Ji çalakiyên ko rêkxistina lêbûrîna navdewletî “Emînistî” pê radibe tako binpêkirinên mafê mirovan bi cîhanê bide nasîn, rêkxistinê roja şemiyê 15.09.2018 li bajarê “Hagen” li Elmanyayê pêşengeheke wêneyan ya wêneyên girtiyên di zindanên rêjîma Esed û milîtanên bi ser ve û aliyên Sûrî yên din rêkxistin kir, wêne li meydana navenda bajêr û li ser basa rêkxistinê pêşdîtin kirin.
Li ser banga rêkxistinê xelkên girtiyan li cihê pêşengehê amade bûn, tako xelkê bi rewşa girtiyên xwe bidine nasîn ko ew di zindanên rêjîmê û milîtanên wê de êşkenceyê dibînin û piraniya girtiyan çarenivîsa wan nediyar e û xelkên wan tu pêzanînan li ser wan û cihê girtina wan nizanin .
Derbarê amanc ji vê çalakiyê û li gora têkiliya bi endamê rêkxistinê re Şepal Ibrahîm yê ko rola wî pir di rêkxistina vê pêşingehê de hebû, destnîşan kir ko amanca sereke ji çalakiyê pênasîna xelkê û raya cîhanî û ya Elmanî bi taybetî bi derdê girtiyan li zindanên Esed û yên hin aliyên din hem komkirina imzayan ji bo ji aliyên navdewletî û ji rêkxistinên mirovînî re bişînin ji bo fişarê bidin ser rêjîmê tako girtiyan berde û derdên wan bidawî bike, ko hejmara wan bi sedhezaran e û piraniya wan bêsûc in, ko li ser rêbendan hatine girtin û bi hezaran bi êşekenceyê jiyanan xwe jidest dane.
Ji hêleke din ve çalakvan Ibrahîm gazin kir ji amadebûyin hindik yên aliyên siyasî û daxwaz kir ko guhdan li vê kêşeyê bêtir bibe.
Tê zanîn ko Rêkxistina lêbûrîna navdewletî Emînistî tevgereke cîhanî ye, bêtir ji 7 milyon kes têde ne, û li bêtir ji 150 welat û herêman kar dikin, tako binpêkirina mafên mirovan nehêlin.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê