Roja yekşemê 15 êlûnê di encama teqîna mayînên ku PYDê li gundewarê bajarê Efrînê çandine, welatiyê bi navê Îsmet Hebeş Henan Dîko ji gundê Qeysem jiyana xwe ji dest da, piştî ku ew birin nexweşxaneyên Tirkiyê. Li gor ku çalakvan Mihemed Hesen ji malpera me re ragihand.
Tê zanîn ku çekdarên PYD bi hezaran xanî li hindirê bajêr û gundewarê Efrînê berî ku derkevin mayin kirin, û di encamê de ta niha bi dehan xelkên Efrînê jiyana xwe ji dest dane.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê