Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporeta xwe ya duhî duşembê de aşkere kir ko wê di tebaxa bûrî de 569 rewşên girtinê ji nav wan 362 rewş yên veşartina kotekî ne belgeh kirine, toreyê destnîşan kir ko 3618 girtinên nerewa ji destpêka vê salê de çêbûne.
Raportê anî ziman ko di tebaxê de 569 kes ji nav wan 269 bi destê rêjîma Esed ji nav wan 9 zarok û 11 jin hem jî 23 kes bi destê desteya tehrîrî Elşam hatine girtin.
Toreyê di raporta xwe ya taybet bi girtinê de, 229 rewş ji nav wan 19 zarok û 12 jin bi destê milîtanên PYD, û 48 rewş ji nav wan du zarok û du jin bi destê aliyin nediyar belgeh kirine, û Heleb ya herî gelek kes lê hatine girtin.
Raportê herî kêm 146 rewşên li ser xalên kontrolkirinê û girtina ser malan û encamê li pey tên ji têkbirina azadiyê di heyva tebaxê de li parêzgehên corbicor û piraniya wan li Helebê tomar kirine, û ya pir têwerdan kiriye rêjîma Esed û li pey wê milîtanên PYD ne.
Raportê tekez kir ko rêjîma Esed pabendî bi peymanên navdewletî û bi taybetî yên mafên sivîlan û yên siyasî nekiriye, û her berdewam e, û bisedhezaran kes bi salan bêyî bîrdoza girtinê girtine.
Raporta tora mafnasiyê ji Encûmena Ewlehiyê daxwaz kir ko biryarên xwe yên hejmar 2042 ya 14 nîsana 2012 û biryara 2139 ya 22 sibata 2014 yên li ser rawestandina veşartina kotekî bişopîne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî