Toreya Sûriyê ya mafên mirovan di raporta xwe ya duhî pêncşembê derketiye de, berpirsiyariya destnîşankirina yên ko êrîş li ser navendên bijîşkî û kadiryon wan pêk anîne, da ser milê komîta vekolînên navdewletî û nûnerîtiya mafên mirovan, û daxwaz ji Netewên Yekgirtî kir ko navendên hatine amanckirin li herêmên corbicor ragehîne.
Raporta toreyê tekez kir ko hêzên Esed û Rûsya bi mebest navendên bijîşkî û kadirên wê amanc dikin, bi amanca ko bêtir tirs û êşê têxin nav civakê, da fakterên bingehên yên jiyana normal têk bidin.
Raporta rêkxistinê destnîşan kir ko ‘’helwesta lawaz ya civaka navdewletî ya derbarê van tawanên cengê, rêjîm û Rûsya han dan ko gelek tewanan pêk bînin. ‘’
Raportê 17 bûyerên amanckirina bargehên sivîl yên dûr ji nakokiyan, yên ji eylûla 2014ê ve heta 12 tîrmeha 2019 pêk hatine belgeh kirine, û bal kişand ser ko ji wan 17 bûyeran; 9 di operasiyona dawî ya li ser herêma Idlib ya kêmkirina şerî navbera 26ê nîsanê û 12 tîmehê de çêbûne.
Raportê daxwaz ji komîta vekolînên navdewletî kir ko yên binpêkirin kirine destnîşan bike, bi taybetî êrîşên ji hêla hêzên Rûsî ve, û got ko kêmasiyeke mezin di deznîşankirina hêzên Rûsî di raportên wan yên dawî de heye.
Raportê bang li nûnerîtiya mafên mirovan kir , ji bo daxuyaniyên pirotestokirinê bi şêweyekî aşkere derxîne, ko navendên bijîşkî hatine amanckirin, û yên pêk anîne destnîşan bike, û li ser pêvajoya Encûmena Ewlehiyê ya (bi siyasetê ve girêdayî) biçe, li gora ko di raportê de hatiye.
Toreya mafnasiyê di dawiya raporta xwe de daxwaz ji Encûmena Ewlehiyê kir, ko dîsa pleya metirsiya binpêkirinên mafên mirovan û pleya gefa wê li ewlehî û aştiya herêmî û ya navdewletî binirxîne, û benda heftem cîbicî bikin, ji bo parastina bargeh û karmendên biwara mirovî li Sûriyê.
Toreyê di raporta xwe de got ku giring e nema bête gotin ko rêjîm aliyekî fermî ye, piştî ko tawanên li dijî mirovîniyê pêk anîne, û alîkariya darayî û ya derûnî ji ser rawestînin, ya ko bi piranî nagehêje kesên hewcedar û ji hogirên rêîjîmê re diçe.
Jêder: Ofisa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî