Rêkxistineke mafnasiyê diyar kir ko Rêjîma Esed û Milîtanên Îranî Operasiyoneke leşkerî ya nû biriye ser bajarokê Medaya li gundewarê Şamê, û tê de bermîlên teqîner û guleyên hawinê û mûşekên zemîn-zemînê ji rêbendên leşkerî yên derdora bajarokê Medaya avêtine, di encamê de navenda bijîşkî ya dawî li bajêr ji kar ket.
Toreya Sûrî ya mafên mirovan di raporta xwe ya bi navûnîşana “Rêjîm navenda dawî ya bijîşkiyê li bajarokê Medaya amanc dike” û got: Rêjîm û milîtanên mezhebperest yên hewedariya wê dikin(bi taybetî milîtanên Hizbulaha tirorist) operasiyoneke leşkerî dane ser bajarokê Medaya, wêraniyeke mezin di avahiyên bajarok de çêkirin û nekêmî 8 kesan ji nav wan sê zarok û du kadirên berevaniya sivîl ji 4 çileyê pêşî ta kêlîka amadekirina vê raportê hatine kuştin, hem jî ne kêmî 58 kesan ji nav wan jî du kadirên berevaniya sivîl û 36 kesên rewşa birînên wan metirsîdar e hene.
Û li gora raportê, amanckirin roja 5 çileyê pêşî 2016an demjimêr 5 êvarî çêbû, gava hilîkopteran du bermîlên teqîner avêtin li nêzîk navenda dawî ya bijîşkî ko mabû ya ko xizmet ji nekêmî 40 hezar kesan re pêşkêş dikir. Piştî ko tîmên berevaniya sivîl û turumbêlên hawarhatina lezgîn gihan cihê bûyerê, dîsa hilîkopterên Rêjîmê vegeriyan û bi du bermîlên teqîner yên din amanc kirin, di encama bombebaranê de wêraniyeke mezin di avahiya navenda bijîşkî de çêbû û ziyan giha alavên wê û ji xizmetê derketiye, hem jî avahiyên derdorê wêraniyeke mezin di wan de çêbû.
Raport li gor dîdeya xelkên bajêr û dîdeya kesên rizgarbûyî û bi çavên xwe bûyer dîtine hatiye nivîsîn, û du dîde ji wan jî pêşdîtin kirine. Her weha wêneyên wêraniya mezin di navenda bijîşkî û qebareya ziyanê diyar kiriye.
Li gora raportê herêmên ko hatine amanckirin, ew herêmine sivîlan bûn û tu navendên leşkerî, an jî tu embarên çekan yên Rêkxistinên tirorist di dema êrîşan de an berî wê li wir tunebûn.
Raportê tekez kir ko rêjîmê bêguman biryarên Encûmena Ewlekariyê hejmara 2139 û 2254 yên ko dibêjin divê êrîşên bêserûber rawestin binpê kirine, û bi tawana kuştina bi mebest li gor madeya heştan ji yasaya Roma ya bingehîn binpê kirine û ev tawanên cengê bi xwe ne.
Diyar kir ko bombebarana di raportê de hatiye, kesên bêçek amanc kirine, anko hêzên Beşar Elesed fermanên yasayên navdewletî yên mafên mirovan ko mafê jiyanê diparêzin binpê kirine. Hem jî di nakokiyên şer de yên ne navdewletî pêk hatine, lewra digihê asta tawanên cengê û hemû mercên wê tawanê tê de hene.
Her weha temîniyên raportê doz ji Encûmena Ewlekariyê dike ko pêrabûnine zêde piştî biryara 2139 bikin, ji ber ko tu pabendî bi rawestandina bombebarana bêserûber nîn e, ya ko gerek hemû alî pê pabend bin hem jî pabendî bi bingehên yasaya navdewletî ya mirovî hebe.
Û doz kir ko dosya Sûrî bibal dadgeha tawanên navdewletî bête guhastin, û hemû aliyên destê wan di tawanên ko li Sûriyê bûne, ji nav wan jî rêjîma Rûsya, û tawanên cengê kirine bişîne. Û pirinsîba parastina sivîlan ji bo miletê Sûrî, û parastina pêma û hunera wan ji wêranî û dizî û xerabkirinê, û sizayan bêtir bikin û rêjîma Rûsî û ya Îranî jî têkeve ber, ji ber ko wan tawanên cengê û tawanên lidijî mirovantiyê li dijî miletê Sûrî kirine.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî