Hêzên rêjîmê û Rûsya di amanckirina sivîlan de li gundewarê Idlib û Hemayê berdewam in, di encamê de bi dehan kes birîndar û şehîd ketine, her weha operasiyona leşkerî bû sedema ko 300 hezar kes ji gundên xwe derbider bibin, û civaka navdewletî bêdeng e.
Toreya Sûrî ya mafên mirovan raportek duhî çarşembê belav kir, têde li ser pêkanîna Rûsya û rêjîmê ji tawankariyên cengê re li herêmên kêmkirina şerî axivî.
Di raportê de hatiye ko 108 sivîlan bi destê hêzên hevpeymana rêjîmê û Rûsya jiyana xwe jidest dane, ji wan 71 bi destê hêzên rêjîma Esed ji nav wan jî 12 zarok û 18 jin di heman çaxî de 37 sivîl ji nav wan 14 zarok û 6 jin bi bombebarana firokên Rûsî hatine kuştin.
Raportê anî ziman ko êrîş bûn sedema nekêmî 82 êrîşan li ser navendên zindîdar ji nav wan 28 li ser dibistanan û 11 li ser perestgehan û 18 bargehên bijîşkî û neh navendên berevaniya sivîl, û bal kêşand ser ko rêjîm berpirsiyar e di ber 42 bûyeran de, û hêzên Rûsî 40 êrîş birine ser navendên zindîdar.
Toreyê di raporta xwe de 1068 êrîşên asmanî li ser herêmê serjimar kirine, 496 bi çekên asmanî yên rêjîma Esed û 572 bi firokên Rûsî, hem 132 êrîşên zemînî û êrîşek Rûsya bi bombeyên goşeyî, û firokên rêjîmê nekêmî 188 bermîlên teqîner bi ser Idlib de berdane.
Raportê destnîşan kir ko hêzên Esed û Rûsya operasiyona xwe ya leşkerî ji 26 nîsana bûrî de li herêmê gur kiriye, û ya herî metirsîdar gava rêjîmê di 30 nîsanê de bermîlên teqîner cara yekem bikar anîne, ji peymana Idlibê ya eylûla 2018 de.
Toreya mafnasiyê di raporta xwe de tekez kir ko hêzên Esed yasaya navdewletî binpê kirine û ya herî sereke cudanekirina di navbera sivîl û şervanan de, û navbera amancên sivîl û yên leşkerî, û nexweşxane, dibistan, navend û taxên bajêr bombebaran kirine, û ev ji tawankariyên cengê ne.
Raportê daxuyaniya emîndarê giştî yê Netewên Yekgirtî Entonyo Gotrîş ya ko daxwaz dike ko operasiyon li Idlibê raweste bê ko berpirsiyarên êrîşên asmanî li ser nexweşxane û dibistanan bêje rexne kir, û raportê daxwaz ji Encûmena ewlehiyê kir ko biryarekê ji bo bicihkirina agirbestê li Idlibê bide û tê de pêrabûnên sizayan derheqê yên biryar binpêkirine derxe.
Toreyê di raporta xwe de daxwaz ji emîndarê giştî yê netewên yekgirtî kir, ku yên binpêkirinên aşkere kirine destnîşan bike, ji ber ku ‘’ev dê kirdeyên wan aşkere û pirotesto bike‘’, û dibîne ko piştguhkirina vê mijarê kesên binpêkirin kirine han dide ko bêtir tawankariniyan bikin.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî