Toreya Hiras ya bi mafên zarokan têkildar di raporteke xwe de bi navnîşana ‘’ derketina me mirin e, û mana me mirin e,‘’ rewşa zarokan di operasiyona leşkerî de ya ko li herêmên bakurê Sûriyê ji hêla hêzên rêjîma Esed û Rûsya çêdibe şopand.
Toreyê di raporta xwe de ya li ser medya civakî (Facebook) duhî belav kiriye, got ko wê hejmara mirina zarokan mehane ji destpêka 2019ê ve û heta 22 vê heyvê belgeh kiriye.
Raportê diyar kir ko 159 zarokan ji destpêka 2019ê ve jiyana xwe jidest dane, li bajar û bajarokên gundewarê Hema yê bakur û gundewarê Idlib yê başûr, bi sedema operasiyonên bombebarana ko firokên cengî yên bi ser hêzên rêjîmê û hevalbenda wê Rûsya ve pêk tînin.
Raportê bêtir got ko rêjeya herî bilind di heyva tîrmehê de bû 43, ya sibatê 20, cehzeran 17, nîsan 15, çilê paşî 3, û adarê 2 zarok hatine kuştin.
Raportê tekez kir ko 17 zarok bi sedema operasiyonên leşkerî ji destpêka vê tebaxê ve heta pêr mirine, û got ku dibe hejmar bilindtir bibe, çimkî bombebaran berdewam e. raportê destnîşan kir ko amanckirina rêjîmê ji şeş dibistanan re li herêmê , di vê tebaxê de navendên bijîşkî ji xizmetê derxistine û 21 bajarok ji niştecihên wan vala bûne.
Raportê got ku ev serjimar ya bûyerên tîmên wan karîbûn bigehêjinê, û got ku çendîn zarok li bin wêraniyê hatine kuştin û nikarîbûn bigehên wan.
Di raportê de hatiye ko tiştê derheqê sivîl û zarokan de dibe, behane jê re nîn in, û got ku amanckirina avahiyeke sivîlan ko bi dehan malbat tê de hene, çi behaneya wê heye?
Toreya Hiras koma taybetmend di biwarê piştgiriya derûnî û civakî de, daxwaz kir ko zarok bêne parastin û sivîl û zarok ji şer bêlayen bikin, û fişarê bidin ser civaka navdewletî bo şer li bakurê rojavayê Sûriyê rawestînin, û dibîne ko amanckirina zarokan binpêkirina peyman û yasayên navdewletî ye.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî