Serokê ofîsa ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûrî, û endamê desteya danustandinkar berêz Ehmed Remedan, tekez kir ku pêkhateya kurdî pêkhateyek resen e ji pêkhataeyên gelê Sûriyê, û Encûmena Niştimanî ya kurd nûnertiya gelê kurd dike, û ew hêzeke siyasî û şoreşgerî ya dîrokî û navdar e li Sûriyê.
Remedan got ku Encûmena Niştimanî ya kurdî li kongirê Riyad 2 bi giranî amade bû, û berêz Ibrahîm Biro serokê ENKS’ê nûnerê wê ye di şanda danustandinê û desteya danustandinê de, lewra ew axaftin ne rast in yên dibêjin ku pêkhateya kurdî nûnerê xwe di desteya danustandinê de nîne, û ev axaftin tên ji bo beşdarîkirina nûnerên yekîneyên parastina gel “YPG” di desteya danustandinê de, û Remedan dît ku van milîsan serborek heye di mijara binpêkirina mafên mirov de, û gelek goman li ser wan hene, û nabe di piroseya danustandinê de beşdar bibin, û ji ber wiha bersiv eşkera ye ku nûnerê kurdan heye û nûnerê xwe di bilindtirîn asta desteya danustandinê de heye.
Remedan îro di çavpêketinekê de ligel kenala “Rûdaw” got, ku ew di xwepêşandana revenda kurdî de ya duhî li roja çarşemê 29.11.2017 li pêşiya baregeha danustandinan amade bû, û nameyek ji xwepêşandanê gihiştiyê, bi giştî li ser piştgiriya desteya danustandinê û giringiya rola kurdî di danustandinên Sûriyê de bû, û got ku ev yek cihê rêzgirtina me hemûyan ne.
Remedan di dawiya axaftina xwe de careke din tekez kir ku doza kurdî di nerîna tevaya xelkê Sûriyê de dozeke niştimanî ye, û got ku bi çi awayî nabe ti hemwelatiyê Sûrî rastî çewisandinê bibe bi sedema ol an mezheb an netewa xwe di Sûriya paşerojê de.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiyê