Serokatiya wezaretên Tirkiyê, duhî roja çarşemê, ahingeka pênasînê li ser belgefilmekî li ser qeyrana penaberên Sûriyê li dar xist, bi hevkariya heryek ji sindoqa piştgiriya Nerwêjê ya ser bi serokatiya wê ve, û heyva sor a Tirkiyê hatibû amadekirin, li jêr navê “Reva ber bi Azadiyê”, ku bi xwe rengvedan bû ji serborên penaberan re.
Belgefilm bi çîroka penaber Elî Saho yê ku hevjîna wî û zarokên wî di derya Îca de xenqîn, bi sedema noqbûna keleka wan di nîva deryayê de dest pê dike. armaca film ew bû balê bikşîne li ser qeyrana penaberan, ku bûye qeyranakeke mirovî ya rastyeqîne, ya ku ji agirê şerê rêjîma Esed dijî miletê di hindur Sûriyê de dest pê dike, û herwiha di kampên penaberan de, û dibe carcaran di nîva deryayan de bidawî bibe.
Herwiha hevjîna Serok Ordogan, xanim Amîna jî, di ahingê de beşdar bibû, û cîgirê serokwezîrên Tirkiyê Litfî Alwan, û wezîra karubarê xêzan û siyasetên civakî xanim Sema Remedan Oglo, û hin berpirsyarên din, û di gotinekê de li dema ahingê destpê kir, Amîna Ordogan got ku ” firokên şer li asmanê Sûriyê pir in, ji şûna firokên kaxez yên zarokan, û dûmana barûdê li ser Şam û Heleb û Kobanê ji demek dirêj de li şûna keskesorê vegirtiye”, û amaje kir ku ew pir bi vî belgefilmî daxabar bûye.
Jêder: Hevbendî + Anadol