Roja sêşemê 22/ êlûnê girûpeke çekdar ji çar kesan, hevrêzkarê desteya Tevgera Ciwanên Kurd ya efrînê Ferhad Enwer Mustefa revand û ber bi cihekî ne diyar ve bir.
Di daxwuyaniyekê de TCK ev nûçe piştrast kir û xwest ku çarenivîsa hevrêzkarê wan bê eşkerekirin.
Her wiha daxuyaniyê diyar kir ku ta niha ti aliyekî xwe ji girtina Mustefa re nekiriye berpirsyar.
Mirovên Ferhad dan zanîn ku ew diçû navenda TCK li Efrînê ji bo lidarxistina civîna desteya rêveberiyê.
Ji hêleke din ve birayê Ferhad serdana navenda Asayişên bi Partiya Yekîtiya Demuqrat ve kir da ku çarenivîsa birayê xwe nas bike lê Asayişê gotin ku ew ne li cem wane.
TCK di daxuyaniyê de ji hemû aliyên xwe dibînin berpirsên ewlehiya welatiyan li Efrînê xwest ku nehîniyên binçavkirina Ferhad eşkere bikin, her wiha sedemên revandina wî.
Jêder: Hevbendî