“Rêveberiya Tenduristiya Azad” li parêzgeha Idlibê, armanckirina Rûsiya û rejîma Esed ji nexweşxane û navendên pizişkî re li parêzgehê şermezar kir, û bang li Neteweyên Yekbûyî kir ji bo destêwerdanê di vê mijarê de bike.
“Rêveberiya Tenduristiya Azad” ya ser bi Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ve di daxuyaniyekê de ku li ser rûpela xwe ya Fêsbûkê belav kiribû, daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî û Civaka Navdewletî kir, ji bo kiryarên Rûsiya û hêzên rejîmê rawestînin, ji ber ku careke din navendên xizmetguzariyê û nexweşxane bombebaran kirin.
Hevbendiya Niştîmaniya Hêzên Şoreş û Dijberiya Sûriyê rejîma Esed û Rûsiya bi pêkanîna tawanên şer li gundewarê Idlibê tawanbar kirin, û ev yek piştî bombebarana berdewam ji 8 rojan ve ku di encamê de hejmarek ji nexweşxane û navendên xizmetguzariyê wêran bûn, û bi sedan sivîl û endamên Artêşa Azad şehîd ketin û birîndar bûn
Hevbendiyê roja Duşemê di daxuyaniyekê de daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ku bi awayekî lezgîn vê bombebarana tawanker rawestînin ya ku firokeyên Rûsiya dagîrker û çeteyên Esed ji heyama heftiyekê ve li ser deverên sivîl û nexweşxane û desteyên hawarçûnê û baregehên berevaniya şaristanî li Idlibê û bajar û bajarokên ser bi wê ve berdewam e, û tekezî li ser sizadana kesên tawankar kir.
Hin çalakvanan tekez kirin ku bombebaran tenê li ser malên sivîlan û derverên xizmetguzariyê bû, û diyar kirin ku firokeyên Rûsî bi çend rokêtan nexweşxaneya “Şam” ya li nêzîkî bajarê “Kefir Nubil” bomebaran kir, û di encamê de bi temamî hate wêrankirin.
Herwiha zêdetir ji 8 nexweşxane û navendên pizişkî û navenda berevaniya şaristanî li bajarê Xan Şêxûn û wêstgeha elekitrîkê li bajarokê Kefir Eyn û baregeha berevaniya şaristanî li Kefir Nubil û dibistanek ku derbider di nav de bûn li bajarokê Hubêt hatin bombebarankirin.
Jêder: Ragihandina Hevbendiya Niştîmaniya Sûriyê