Çalakvanên Kobanê ragihandin ku piştî du salan ji rizgarkirina bajêr, ta niha rewş xirabtir dibe, û piraniya xelkê hîn venegeriyane ser mal û milkên xwe ji ber kiryarên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD .
Endamê Encumana Niştimanî ya Kurd Yeşar Elî yê ji bajarê Kobanê, ji malpera me re ragihand ku têkçûna ewlehiyê û leşkeriya neçar û bihabûna pêdiviyên jiyanê, bûn astengî li pêş vegera xelkên Kobanê ser mal û milkên xwe.
Elî nîşan da ku kiryarên PYD bûn sedema ku herêmên Kurdî li Sûriyê ji kurdan werin valakirin, û tekez kir ku xelk nefretê ji siyaseta tekalî dikin û got:”Nîvê bajêr bi temamî hatiye rûxandin, û ta niha nehatiye avakirin, Lê PYDê yek jî ji sozên xwe pêk nanîn, lewma ta niha piraniya welatiyan hîn venegeriyane”.
Her wiha Elî bal kişan ku pêwîste PYDê dest ji kiryarên xwe berde da ku xelk zûtir vegere ser xaka xwe û bajarê xwe jinûve ava bike.
ji hêla xwe ve Receb Ehmed, yek ji xelkên Kobanê ye li Tirkiyê dimîne, ji me re ragihand ku ew venagare Konanê ji ber tinebûna kar û ne avakirina bajêr, û got: PYDê her tişt kontrol kiriye, ger ez vegerim divê ez zarokên xwe bidin wan û li gor siyesta wan bimeşim”.
Ehmed da zanîn ku PYDê soz dabû ku ewê bajêr ji nûda ava bike, û gelek dirav jî kom kirin, lê sozên xwe pêk nanîn û rewşa wan pereyan jî nediyar e.
Jêder : Beşê Kurdî Di Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê De