Rêxistina Bexşîna Navdewletî helmetek gelêrî bo doza azadkirina D. Ranya El – Ebasî û her şeş zarokên wê li Esed bikin û çarenûsa wan diyar bibe destpê kir, hêzên ewlekariya rejîma Esed D. Ranya û malbata wê di sala 2013an de girtibûn, û tu sedemên girtinê diyar nekiribûn, û ji wê demê de tu nûçe û zanyarî li ser wan tune ne.
Rêxistinê doza bidawîkirina girtina Ranya û malbata wê bi lez û bê merc kir, diyarkirina çarenûs û cihê Ranya El – Ebasî û zarokê wê, û rê bidin wan ku têkiliyan bi malbat û parêzerên xwe re bikin kir.
Herweha doz kir ku çavdêrên serbixwe bê şert û merc bigihên hemû girtiyan û li hemû perçeyên Sûryayê.
Tê zanîn ku Ranya El – Ebasî ji Şamê ye, Textora diranan e, lehenga Sûrî di lîska Şetrencê de ye, û diya şeş zarokan e” Dîma, Intisar, Necah, Ala, Ehmed, û Liyan” ku temênên wan di navbera 3-15 salan in.
di 9 Avdar/ Mars 2013an de hindek ji emndamên ewlekariya Esed hatin mala wan û mêrê wê birin, û piştî du rojan hatin û ew û zarokên wê jî birin, û ji wê demê de zaniyarî li ser wan qut bûne.
Saloxgerên Esed qebûl nekirin ku tu zanyaryan derbarê tiştê ku bi Ranya û zarokên wê re çêbûye, yan cihê wan ta niha bidin xizmên wan.
Jêder: Hevbendî