Rêxistina El-Huda di 28\12\2011de li Bexdadê hate damezrandin û çalakiyên xwe veguhestin herêma Kurdistanê piştî ku penaberên Sûrî û ewareyên Iraqî derbasî herêmê bûn.
berpirsyara rêxistinê Şeyma Ebdilwahid tekez kir ku ew nikarin alîkariyan pêşkêşî hemî penaber û ewareyan bikin “jimara navên tomarkirî gihişte 60 hezar nav lê tenê em dikarin alîkariyê bi 30 hezar kesî re bikin, û li ser vê bingehê em peywendiyan bi xwediyên van her 30 hezar navî re dikin, lê ew kes hin agahiyên ne durist belav dikin ku wê nêzî 800 $ ji rêxistina me wergirin, ev yek bû sedema aloziyê di navbera rêxistinê û penaberan de”.
her wiha Ebdilwahid diyar kir ku “li gor alîkariyê ji me re tên û bi me re dibin, em wan li penaberan belav dikin weke keresteyên xwarinê û betanî û pêdiviyên zarokan”
hêjayî gotinêye ku rêxistina El-Huda berî demekê alîkarî li 1200 penaberî belav kiribûn.
jêder: Hevbendî – Hîwa can / hewlêr