Ji aliyê malbateke filisînî ya ji kampa Yermûk a penaberên Filistînî li Şamê, ya niha li Fransayê penaber e, kurtefilmekî romanê, li ser trajêdiya kesên binçavkirî û çîrokên qurbaniyên di girtîgehên rejîma Esed di bin îşkenceyê hat derxistin.
filmê bi navê “Ena ma dexelnî” behsa çîroka malbateke filistînî li kampa Yermûk a penaberan li Şamê dike, ku xudanê malbatê yê boyaxçî ji aliyê dezgehên ewlekariya rêjîmê ve tê girtin, û malbata Xudan di girtîgehê de rastî hemû cureyên îşkenceyê dibe, û film bi xaniyekî vala ji hemû niştecihên wê bi dawî dibe.
Film bû cihê matmayîna temaşevanên Firnsî û Ereb û bala sînemakaran kişand, bi awayekî berfireh ket li ber romalkirina medyayê, û bi serkeftin derbas bû ku derfetên bo heye ji bo beşdarbûna di festîvala filmên sînemayî yên welatan de.
Adem Xelîl, derhênerê filistînê yê ciwan di salonan Fransî de bi riya dibistana xwe ya li bajarê Toulouse li başûrê Fransa dest bi ezmûna sînrmayî kir, bi alîkariya bavê xwe, yê ku piştgirî dayê û senaryoya wê pêşxist.
Tê zanîn ku ji aliyê nivîskarê filistînî “Ebû Selma Xelîl” senaryoya film hatiye nivîsandin, û ew bi xwe bi rola kesekî girtî rabû, û kurê malbata “Adam Xelîl” yê 16 salî rabûye bi derhênera film, bi zarvekirina keça wî Selma û hevala wê “Farah Edeneyê lî” wek du keçên bavê Salma, ligel mediyakar “Feda Hetab,” ya rola dayikê rabûye.
Pêr, ji aliyê Koma Xebatê ya ji bo Filistîniyan li Sûriyê, yekemîn tawan li hemberî penabereka Filistînî bi navê “Semira Ehmed Sahlî” 53 salî hat eşkerekitin, ku di meha hezîrana 2014 de, ji aliyê xaleka wergirtina alîkariyên ji bo kampa Yermûkê di dema dorpêçkirinê de hatibû binçavkirin, û di 11.08.2014 û di bin îşkenceyê de hatibû kuştin.
Koma Xebatê bal kişsnd ku kuştina 585 qurbaniyên Filistînî di girtîgehên rêjîmê de hatine belgekirin, di nav de 77 penaberên filistînî hatine naskirin bi riya wêneyên qurbaniyên îşkencê, û (34) jin di bin îşkenceyê de mirine.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî