Rêxistineke mafnasî ya serbixwe diyar kiriye ku hêzên Rûsiya û Rijêmê berpirsyarin di ber kuştina piraniya qurbaniyên Sûriyê yên heyva borî, û bal kişandiye ku para bêhtir ji bumbebarankirinê li navçeyên “kêmkirina tundutîjiyê” bûn.
Tora Sûrî ya mafên mirov duhî pêncşemê di raportekê de belav kiriye ku nêzîkî 774 mirov di heyva çile 2018’an de bi destê hêzên hevalbendiya rijêma Esed û Rûsya hatine kuştin, nemaze li navçeyên dikevin di çarçovê rêkeftinên “kêmkirina tundutîjiyê”.
Ligor raportê ku 232 sivîl bi destên hêzên Esed û Rûsiya li Şamê û gundewarê wê hatine kuştin û 223 sivîl li parêzgeha Idlibê û 51 li parêzgeha Helebê.
Herwiha ku ji aliyê Tora Sûrî ve, kuştina 66 sivîlan bi destê rêxistinên tundrew hatine belgekirin, û 24 bi destê Hevpeymaniya Nvdewletî û 13 sivîl bi destê hêzên “PYD” ê, hevdem ku du sivîl li hryva borî bi destê hin hêzên din hatibûn kuştin, û di heman demê de raportê diyar kiriye ku 119 sivîl bi destê hin aliyên nediyar hatine kuştin.
Tora Sûrî ya mafên mirov di dawiya dawîtirîn roporta xwe ya heyvane de daxwaza standina rêşûnên zêdetir ji konseya ewlekariyê kiriye ji bo dadgehkirina “tawankarên şer” bi rêka raguhestina doseya Sûrî bo dadgeha tawanên navdewletî.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî