Hin dezgehên ragihandinê yên xwecihî diyar kirin ku hêzên rijêma Esed êrîşên leşkerî dibin ser gundewarê bakurê Himusê, hevdem ligel berdewamiya topbarankirina Idlibê û Xûta rojhilat ya gundewarê Şamê.
Ajansa “SMRAT” got ku hin navçeyên gundewarê bakurê Himusê ji aliyê rêbendên hêzên Esed yên nêzî serbazgeha wê li rêbenda “Qirmis” li bakurê Himusê, bi topxane û çekên giran hatin topbarankirin.
Ajansê bal kişand ku hin taxên nişteciyan li çend bajar û gundên navçeyê hatin topbarankirin, bê ku hîç ziyanên mirovî hebin.
Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, Rûsiya û Îran bi hevparên tawanên li dijî sivîlên Sûriyê dîtin, û daxwaza parastina sivîlan û rawestandina êrîşên li dijî wan ji civaka navdewletî kir.
Hêjayê gotinê ye ku pêla topbaranê li ser bajaran ber bi navçeyên nû berfirehtir dibe û bûye sedema kuştina bi sedên şehîdan û koçberkirina bi dehhazaran ber bi navçeyên aram de, hevdem ligel nêzîkbûna dema girêdana kongirê “Soçî” yê li ser banga Mosko li dawiya vê heyvê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî