Encûmena xwecihî ya bajarê Elletaminê li gundewarê Hema got ku bîst transformerên eletrîkê (trans) hatine têkbirin, tevî têkbirina torên eletrîkê bi yekcarî, bi sedema bombebarankirina bajêr ji aliyê hêzên Rijêmê û Rûsiya ve.
Û rêveberê nvîsîngeha xizmetgozariyê ya encûmena xwecihî Mihemed ebû Ezam ji ajansa “Smrat” re got, ku jêrxana eletrîkê bi yekcarî têk çûye û bûye sedema birîna eletrîkê bo mawê du salan ji ser bajêr.
Herwiha bi dehên hêktarên zeviyên genim û darên zeytûnan yên di navbera gundê Elletaminê û Elzilaqiyat de hatine şewtandin, bi sedema bombebarankirina berdewam ya ji aliyê hêzên Rijêmê ve dibe, û encûmena xwecihî dît ku ev yek ji bo lawazkirina delîvên jiyanê li navçeyên rizgarkirî dibe.
Ku ji ber nebûna eletrîkê xelkê sivîl ên navçeyê niha di şikeftan de dijîn, ji ber ewlehî û hênikbûna wan di demsala havînê de û herwiha ji bo parastina zarokên xwe ji tava dijwar a rojê û nexweşiyan.
Hêjayê gotinê ye ku bajar ji çend salan ve bi topxane û firokên Rijêm û Rûsiya tê bombebarankirin, û ev yek bûye sedema wêrankariyek mezin li avahî û karsaziyên jiyandanê û jêrxana bingehîn û kuştin û birîndarbûna bi sedên sivîlan.
Encûmena xwecihî her ji nîvekê heyva gulanê ve, bangek dabû rêxistinên mafên mirov ji bo piştgiriya xelkê bajêr û gundewarê wî bikin, ji ber vê bombebarankirina berdewam.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî