Duhî firokên Esed sê komelkujî li Dûma û Heresta û Hemoriyê li Xûta Rojhilat li parêzgeha gundewarê Şamê pêk anîn, û di wan komelkujiyan de 19 şehîd û bi dehên birîndaran ketin, piraniya wan jin û zarok bûn.
Û hin çalakvanan ragihandin ku firokên Rijêmê êrîşên esmanî li dijî Dûma pêk anîn, û 4 sivîl têde şehîd ketin û bi dehan kes birîndar bûn, herwiha baxçeyekî zarokên berî xwendina seretayî li bajarê Heresta ji aliyê topxaneya hêzên Esed hate topbarankirin û têde 6 zarok şehîd ketin û gelekên din birîndar bûn.
Herwiha di komelkujiyeke din de li bajarê Hemoriyê, ji encama êrîşên firokan li ser avahiyên nişteciyan, zêdetir ji 8 şehîdan ketin (4 zarok û 3 jin di nav wan de hebûn) û hejmarek birîndar bûn, û birînên sê birîndaran ji wan giran in.
Ev yek hatin hevdem ligel êrîşên esmanî û topbarankirina heryek ji bajarê Erbîn û bajarokên Elişabiyê û Elmida’nî û Cisrîn û Tilfirzat û Elzirêqiyê, ku di wan êrîşan de şehîdek li Elmida’nî ket, û hejmarek ji birîndaran li wan bajar û bajarokên ji aliyê hêzên Esed ve hatin armanckirin çêbûn.
Li aliyek din, duhî Tora Sûrî Ya Mafên Mirov, raporteka xwe ya xoleyî ya taybet bi belgekirina komelkujiyên li Sûriyê dibin derxist, û têde hatiye ku hêzên Esed di heyva çirya pêşîn ya bûrî de, 13 komelkujiyên corbecor pêk anîne, û 13 komelkujiyên din, tên gomankirin ku bi destê hêzên Rûsiya ne.
Ligor heman raportê, 6 komelkujî li gundewarê Şamê, 3 li Idlibê û komelkujiyek li heryek li Der’a û Hema û Himus û Dêrazorê, ji aliyê hêzên Esed hatine pêkanîn, herwiha 9 kuştar li Helebê û 4 li Idlibê, ji aliyê Rûsiya hatine encamdan, û komelkujiyek li Hesekê bi dest rêxistina DAÎŞê ya terorîst.
Raportê bal kişand ku di wan komelkujiyan de 381 kes şehîd ketine, 123 zarok û 59 jin di nav wan de hene, anku rêjeya jin û zarokan ji hejmara qurbaniyan 48℅ bû, û ev rêje pir bilind e, û nîşana wê yekê ye ku di piraniya van komelkujiyan de sivîl hatine armanckirin.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê