Milîsên rijêma Esed û dam û dezgehên wê yên ewlekariyê, li gora yasa hejmar 10, destên xwe danîn li ser berhemê çandiniyê yê çend gundên parêzgeha Hemayê, ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê li demeke pêştir hişyarî dabû li ser niyazên rijêmê û encamên xirab ên bicihkirina wê yasayê.
Ajansa (SMRAT) ya medayî gotibû ku çete û şebîheyên muxabaretên leşkerî patoz anîbûn ji bo hilanîna berhemê çandiniya daxiludanê herdu gundên “Elsefsafiyê” û “Eltirîmêsê” û çend gundên bakurê rojavayê bajarê Hemayê.
Ajansa navhatî ji çend jêderên xwecihî bal kişandibû ku xelkê wan gundan ji aliyê rijêmê hatin agehdarkirin ku ewê yasa 10 bicî bînin û li gora wê destê xwe deynin li ser wan zeviyên xudanê wan ne li ser wan in û bi taybetî yên xwedanên wan li derveyî Sûriyê ne.
Hevdem ku 10 dewletên Ewropî û çend rêxistinên mafên mirov ji aliyê Hevbendiya Niştimanî bi metirsiyên yasa hejmar 10 ya sala 2018″an hatibûn agehdarkirin, ku ew yasa hatiye bi hewla berqirarkirina kiryarên koçberiya kotekî û guhertina demografî bi riya destdanîna li ser milk û tapoyên hemwelatiyên li derveyî welêt.
Herwiha Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê temînî kiribû ku gereke nûavedankirin piştî vegera koçberan û pêkanîna veguhestina siyasî bibe, û ji hemû aliyan daxwaza dijberiya vê yasayê kir, ya ku navê “destdirêjiya li ser mafên sivîlan” lê kiribû.
Û rêxistina “Human Rights Watch” di raportekê de diyar kiribû ku rijêma Esed li bin yasa hejmar 10 xwe ji bo destdanîna li ser milk û tapoyên xelkê û nûavedankirinê re amade dike, bê pêgiriya bi rêşûnên yasayî yên di wê derbarê de, û nejî qerebokirina kesên wê dest deynin ser malên wan.
Lemiya Feqî, cîgira rêveberê pişka Rojhilata Navîn li Human Rights Watch gotibû: “ku berpirsyaretiya berçavkirina bandora vê yasayê li ser vegera bi milyonan koçber û penaberên Sûriyê dikeve li ser stûyê dewlet û aliyên bexşîndar yên piştgiriya nûavedankirinê li Sûriyê dikin”, û dîtibû ku ev yek wê di paşerojê de bibe kospek li pêşiya vegera wan li ser cih û warên wan.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî