Toreke mafnasî bi belge berdewamiya rijêma Esed li ser bikaranîna bermîlên teqîner li dijî xelkê Sûriyê dikomint kir, û da zanîn ku bikaranîna bermîlên teqîner şêwazek ji şêwazên Rijêmê ye ji bo neçarkirina xelkê li ser çolkirina mal û xaniyên xwe.
Tora Sûrî ya mafê mirov, duhî roja sêşemê di raportekê de, got: “me bikaranîna 25.364 bermîlên teqîner ji aliyê firokên Rijêmê her ji destpêka destêwerdana Rûsiya li 31’ê êlûna 2015’an û heta amadekirina vê raportê dikoment kiriye”, û bal kişandiye ku bermîlên teqîner rojane bi rêjeya “28 bermîlan” têne bikaranîn.
Raportê xuya kiriye ku nekêmtir ji 761 bermîlên teqîner ji aliyê firokên Esed heyva nîsana borî hatine avêtin, û got ku hejmara bermîlên teqîner yên hatine avêtin ji destpêka îsal ve gihiştiye 2.388 bermîlan, û bal kişandiye ku 59 sivîl bi bermîlên teqîner li heyva nîsanê hatibûn kuştin ji wan 19 zarok û 22 jin.
Û di raportê de hatiye tomarkirin ku bermîlên teqîner yên bi barê gazên jehrê ji aliyê Rijêmê li mawê du heyvan berdewam li dijî Xûta rojhilat hatibûn bikaranîn, ku komkujiyek bi çekên kêmyayî li bajarê Dûma li 7’ê nîsanê hatiye tomarkirin û têde 41 sivîl xenqîbûn ji wan 12 zarok û 15 jin.
Raportê gotiye ku hêzên Rijêmê di siyaseta xwe ya avêtina bermîlên teqîner ên bi napalim û yên bi çekên kîmyayî barkirî ne berdewam in, hevdem ligel oparesyonên xwe yên leşkerî ji bo neçarkirina xelkê deverên derveyî desthilata xwe li ser barkirina war û cihê xwe bi neçarî piştî destdanîna li ser milk û malên wan.
Rapirta torê kiryarên koçberkirina neçarî li bajarê Dûma li heyva adara borî girêdaye bi berdewamiya bikaranîna bermîlên teqîner li gundewarê bakurê Himusê û başûrê Hemayê û navçeyên başûrê Şamê bi heman armancan.
Hêjayî gotinê ye ku Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê Ebdulrehman Mistefa duhî ev operasiyonên guhertina demografî bi tawankariyên şer ên nayên lêbûrînkirin bi derbasbûna demê re dîtibûn, û çarenivîsa wê dê li dadgeha tawankariyên navdewletî be, û bal kişandibû ku Îran berpirs e di ber operasiyonên koçkirina kotekî û guhertina dîmugrafî ya berdewam ya derheqê sivîlan dibe, û hêzên Esed cîbicî dikin û Rûsya piştgiriyê dike, û cext kiribû ku ev oparesyon tevlî zincîra dirêj ya tawanên şer dibin.
Tê zanîn ku li heyvên borî mezintrîn zincîra kiryarên koçberkirina neçarî di derheqê xelkê Xûta rojhilat û gundewarên bakurê Himusê û başûrê Hemayê bi bikaranîna sercem coreyên çekên qederxekirî ji aliyê Rûsiya û Rijêmê û tevlî bikaranîna napalim û çekên kêmyayî hatin pêkanîn, û wê hişt êrîşên leşkerî li dijî rijêma Esed ji aliyê Amerîka û Brîtaniya û Fransa pêk were.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî