Encumana Niştimanî Ya Kurd ENKS û Tevgera Civaka Demoqrat TEV-DEM ji bo cîbecîkirina Rêkeftina Dihokê li hev kirin,û herdû aliyan roja pêncşemba 5/2/2015an ji bo lidarxistina yekemîn civîna Lêvegera Siyasî Ya Kurd li Qamişlo destnîşan kirin.
Ev lihevkirin hat ragihandin, piştî goftogoyên ku li hewlêrê bi çavdêriya Hemîd Derbendî nûnerê serokê herêma kurdistanê Mes´ûd Berzanî hatibûn kirin, piştî ku hewldanên li darxistina wê civînê biser nektin, bi sedama nakokiyên dinav herdu aliyan de derketin, li ser tevlîkirina 3 partiyên ku ji Encumanê hatibûn dûrxistin ji encama dengdana wan ji berbijêrên Tevgera Civaka Demoqrat re.
Hêjaye gotinê ku pêkanîna Lêvegera kurd yek ji xalên sereke ye ji rêkeftina Dihokê re ya ku di nav ENKS û TEV-DEM de bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê hatibû emzakirin.
Jêder-Hevbendî