Li Helebê û gundewarê wê û di heyamê 24 demjimêran de, 7 kuştarên cuda cuda hatin pêkanîn ji aliyê topxane û firokên Esed û firokên Rûsiya, û têde 87 şehîd ketin, 15 zarok û 7 jin di nav wan de hene, û ligor tîmên hawarhatinê dibe hejmara şehîdan zêdetir bibe.
Û çalakvanên wan navçeyên bi xurtî tên bombebarankirin gotin ku şehîd li çend taxên Helebê ketin, ji wan 12 li taxa Elşe’ar û 11 li Elsikerî û 5 şehîd li Elsalihîn û 3 li Elensarî û 2 şehîd li Ferdos û şehîdek li her yek ji riya Babê û mesakinên Henano.
Dîsa gotin ku ev navçeyên han ji gundewarê Helebê tûşî topbarankirina Rijêmê û êrîşên firokan hatin, û “Batibo” hat armanckirin û têde 21 şehîd ketin, û li Elsemiriyê 2 şehîd, Dara Î’za şehîdek û Êncara şehîdek, tevî 15 bêseruşûnan, herwiha bal kişandin ku tîmên bergiriya bajêrvaniyê hêjî û bi awayekî berdewam kar dikin, ji bo rizgarkirina xelkê ji bin kavilan.
Û çalakvanên Helebê gotin ku esmanê bajêr ji firokan vala nabe, û êrîş li ser taxên dorpêçkirî berdewam in ji bo sêrxistina hewlên Rijêmê yên neçarkirina sivîlan li ser koçberiyê, yanjî xwe radestkirina bi dest Rijêmê û milîsên wê.
Ev yek hat piştî rojekê bitenê ji vekişandina Rûsiya ji emzaya xwe re ji rêkeftina Roma ya li ser dadgeha tawanên navdewletî hatibû damezrandin, ku berpirsên Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê dîtin ku ev yek tê bi armanca “reva Rûsiya ji dada navdewletî, û pêkanîna kuştarên din di derheqê sivîlan de”, herwiha tê piştî du rojan ji şandina Erebistana Si’ûdî ji nameyeke bilez re bo heryek ji Sikirtêrê giştî yê NY û ji Serokê komeleya giştî û Serokê Encûmena asayîşê re, ji bo bizavên bilez bi armanca çareserkirina têkçûna rewşa mirovî ya xirab li Sûriyê bikin, ku Erebistana Si’ûdî ev nameye bi şûnkarî û bi navê dewletên civata hevkariya kendava Erebî û deh dewletên wê pêşkêş ki, û têde Si’ûdiyê daxwaza karekî kiribû ji bo rawestandina binpêkirinên rijêma Esed yên li dijî sivîlên bêçek.
Jêder: Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê