Firokên şerker yên Rûsiya heft êrîş encam dan, ku 2 ji wan bi mûşekên fosforî yên qedexekirî bûn li ser bajarokê Binîn li Çiyayê Elzawiyê li Idlibê, ku bû egera kuştina çar sivîlan û birîndarkirina deh sivîlên din, û hin ji wan karmendên bergiriya sivîl in.
Di êrîşan de guvaşgaheke Zeytûnan û nanpêjgehek û daristana heman bajarokî rastî bombebarankirinê hatin, guvaşgah û tevlî pênc otombêlan biyekcarî hatin têkbirin, û du karmandên tîma bergiriya sivîl birîndar bûn di dema birîndar vediguhestin nexweşxaneyan.
Herwiha li beyaniya îro gundewarê Laziqiyê rastî êrîşên firokên Rûsiya yên bi bombeyên weşiyî hatin, tevî bombebarankirina bajarokê Eltiman’a li gundewarê başûrê Idlibê, û herwiha firokxaneya Teftenaz ya serbazî rastî heman êrîşên bi mûşekên weşiyî hat.
Hêjayî gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî ya hêzên Şoreş û rikberiya Sûriyê bikaranîna bombeyên weşiyî yên xudan hêzeke wêrankarî ya mezin li ser navçeyên sivîlan ji aliyê firokên dagîrkariya Rûsiya şermezar kiribû, û daxwaz ji heryek ji Netewên Yekgirtî û ji Encûmena Ewlekariyê kiribû ku bombebarankirina Rûsî şermezar bikin û herwiha kar bikin bo rawestandina wê û dadgehkirina tawankaran, ji ber ku tawaneke ceng û qirkirinê ye, ku hewl dide bêhtirîn hejmar ji sivîlan armanc bike.
Herwiha Hevbendiyê tuhmet û encamên yasayî û tawankarî ji kiryarên kuştin û wêrankariya giştgîr ya bisedema bombebarankirina tund û bimebest ji aliyê hêzên wê dibe, xistin di stûyê Hikûmeta Rûsiya ji ber ku ew desthilateke dagîrker e.
Têzanîn ku rêjîma Esed gelek caran ev çekên qedexekirî li dijî navçeyên nişteciyan bikar anîne, tevlî bikaranîna bermîlên teqîner yên xudan bandoreke tewş bi awayekî berfereh û berdewam, û tevî bikaranîna çekên kîmawî di çendîn navçeyan de û bi taybetî di bûyera Xûta de di Tîrmeha 2013an de ku bû sedema komelkujiyekê têde 1507 şehîd ketin piraniya wan jin û zarok bûn.
Hêjaye gotinê ku di sala 2008an de sed dewletan li Oslo paytexa Nerwêj rêkeftina qedexekirina bombeyên weşiyî emza kirin bi amadebûna nêzîkî hezar kesan, û ligor vê rêkeftinê berhemhênan û bikaranîn û ambarkirin û bazarganiya bombeyên weşiyî qedexe ye, tevî ku ev rêkeftin dewletên emza kirine pabend dike bi alîkariya qurbaniyên van bombeyan çi dewlet bin yan kes bin.
Jêder:Hevbendî