Dagirkariya Rûsî di pêkanîna komkujîyên dijî gelê Sûrî li bakurî welêt berdewam e, û duh, pêncşemş, hêzên Rûsî komkujîyek li parêzgeha Idlib li bakurê Sûrîyê pêk anîn, tê de bi dehan sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Û çalakvanin xwecehî ragihandin ku, pênc sivîl ji malbatekê, di nav de sê zarok û dayika wan, hatin kuştin, û ji ber armanckirina balafirên şer ên Rûsî bi roketên valahî li ser bajarê Saraqibê yê girêdayî parêzgeha Idlib, pênc kes di nav de 3 zarok û jinek, duh birîndar bûn.
Û Berevaniya Sivîl di riya malparên xwe yên medyaya civakî re, eşkere kir ku hemî cangorî û birîndarên di bombebarana Rûsî de ya dijî bajarê Saraqibê, ji mirovên navçeya Alhamra ya girêdayî gundewarê bakurê Hemayê ne.
Her weha balafirên Rûsî 2 êrîş birin ser gundê Ernbe yê gundewarê Idlibê , û di encama êrîşê de zarokek û keçkek û jinek hatin kuştin, û ji ber gulebaran û êrîşên asîmanî yên balefirên Rûsî li ser bajarê Erîha yê girêdayî gundewarê Idlibê, 8 kes di nav de 3 zarokên keç û jinek birîndar bûn.
Û Berevaniya Sivîl diyar kir ku balafirên şer ên Rûsî di du êrîşan de, kadirên tîma girêdayê bi rêxistina Berevaniya Sivîl di dema veguhastin û dermankirina wan ji birîndaran re armanc kirin, û di encamê de tirombêla rêxistinê li derdora bajarê Erîha bi temamî hate şewitandin.
Ji aliyî xwe ve Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên şoreş û Rikberiya Sûrî, di daxuyaniyekê de berî du rojan, tekez kir ku dagirkiya Rûsî peymana agirbestê wek derfeteke nû ji bo birêvebirina komkujiyan dibînê, û ji aliyekî din ve ji bo veguheztina amûrîn kuştinê bikar tînê.
Û Hevbendiyê got ku divê cîhana azad xwe neke dîdevanek sexte ya van tewankariyan, û gelê Sûriyê naxwaze civaka navdewletî bêdeng bimîne û derdeseriya wî mezintir bibe, lê ew bi hêvî ne cîhana azad helwesteke sincî û exlaqî û biryarin vebir û tund bistîne, û qesabxaneya ji berî 9 salan de berdewam e rawestîne.
Tê zanîn ku gurkirina êrişên leşkerî ji aliyê hêzên rejîma Esed û milîsên pê ve girêdayî bi piştevaniya firokeyên esmanî yên Rûsî, ji 20ê Kanûna sala 2019an de zêde bûne, û êrişa niha wek berdewamiyê ye ji operasyona leşkerî re ya ku ji 25ê nîsana 2019an ve ji aliyê hêzên rêjîmê û Rûsyayê hatiye destpêkirin.
Jêder: Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Nişrimanî ya Sûrî