Li gundewarê Dêra zorê yê rojhilat li bajarokê Elsebha, ji encama bombebarankirina firokên cengê ji mizgefta Omer Bin Elxetab re, şeş sivîlan jiyana xwe ji dest dan û hejmarek birîndar bûn.
Çalakvanên bajar gotin ko firokan kuştarek pêk anîn, guman tê kirin ko ew ji çekên asmanî yên Rûsî ne.
Firokên cengê yên bi ser rêjîma Esed û Rûsya ve, êrîşên xwe li ser gundewarê Dêra zorê yê rojhilat doh pir kirine, û pira gundê Elbisêra û nexweşxana meydanî li gundê Cidêd Eligêdat amanc kirine, di encamê de ziyan tenê madî bûn û hin sivîl birîndar bûne.
Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko dagîrkirina rêkxistina Daişê ji hin herêmên Sûriyê re, tu mafî nade rêjîmê an çi aliyê din ko sivîlan amanc bikin.
Hevbendiyê hişyarî da der barê berdewamiya piştguhkirina bajarê Dêra Zorê û gundewarê wî, û destnîşan kir ko “dibe em bobelateke mezin li bajêr bibînin, bi sedema hiştina sivîlan di navbera hovîtiya rêjîmê û berberîbûna rêkxistina DAIŞê de.”
Firokên Rêjîmê û Rûsya êrîşên asmanî dibin ser tax, gund û bajarokên ko rêkxistina Daişê ew kontrol kirine, û bi dehan qurbanî çûne, himber wê jî DAIŞ mal û bazarên ko di bin kontrola rêjîmê de ne bi mûşek û guleyên hawinan amanc dike, û DAIŞ herêmên rêjîmê ji destpêka sala 2014an ve dorpêç dike, nahêle tu kes derbas bibe, her wiha rêjîm jî nahêle niştecih derkevin.
Jêder: Hevbendî