Îro roja çarşemê nexweşxaneyek li gundewarê Idlibê ji hêla balafirên şer yên Rûsî ve hat topbarankirin, di encamê de hejmarek kes hatin kuştin û nexweşxane bi carekî hat wêrankirin, û ji karûbarê xizmetê derket.
Li gorî medya xwecihî, nexweşxaneya “al-Rehmê” li bajarokê “Telmins” li başûrê gundewarê Idlib bi carekî ji karûbarê xizmetê derket, ji ber êrîşên balafirên Rûsî yên li serê vê sibehê.
Ev yek tê di çarçoveya kampanya leşkerî ya dirinde ji hêla rejîma Beşar Esed û Rusya ve li ser deverên kêmkirina zêdegaviyan li bakurê Sûriyê, ku ji meha Nîsanê ve berdewam e, û Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, rejîma Esed, Rûsya û “her aliyên vê holokostê dibînin” bi tawanên şer gunehbar kiribûn.
Parastina Sivîl ya Sûrî got ku nexweşxane bi çar êrişên giran hat topbarankirin, û diyar kir ku ciwanek hat kuştin û yekî din birîndar bû.
Parastina sivîl bal kişand ku bajarokê li nêzîkî “Mi’ret al-Ni’hman” bi giranî hate bombebarankirin, û herweha avahiyeke xwedîkirina mirîşkan ji hêla balafirên şer hat topbarankirin, bêyî zirarên mirovî, û ziyan tenê madî bûn.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî Sûrî