Ramangîrê siyasî Lûey Safî istiratîciya Hevpeymana Navdewletî beramber Daişê rexne kir û got: “wek evê siyasetê rojbiroj Daişê xurt dike û yên alîkariyê digel dikin bêtir dibin, ne ji ber bawerî bi nerîna wê ya olî ya teng û tundiya wê ya xurt, lê ji ber Civaka Navdewletî niştecihên li derveyî desthiladariya Rêjîmên xwînmij û milîperest xistine navbera du agiran de heryek ji yê din xerabtir e.”
Berdewam kir: “mixabin Tiroristî, naznavek ku bikaranîna wî fireh bûye, û ew nav li piraniya Şoreşgerên li ber Rêjîmên Diktator rabûne jî bûye. Çimkî tiroristiya îro li Herêmê dibe, tenê encamek e ji gendelî û setemkariyê re, û bikaranîna hêrsa li dijî kesên kêmnetewên Desthilatdar yên ko dixwazin bi destekî stûr dezgehên dewletê têxin bin destê xwe de.
Şerê li dijî tiroristiyê bi beraberiya çekdarî û êşandina sivîlan li herêmên di bin desthilata Daiş de amancên xwe misoger nake, belê bi tunekirina sedemê dibe, û bi hûrbînî bidawîkirina zordarî û gendelî û kotekiyê û hewlestên milî û regezperesetî yên kirêt. ”
Safî daxuyaniya xwe bidawî kir bi tekezkirina li ser ku”tunekirina tundrewiyê û tiroristiyê bi têkbirina sedemên pêkanîna wê dibe û bi hêzkirina miletên ko li dijî Rêjîmên zordar rabûne û rawestana li kêleka wan. Çi istiratîciyên din ji bilî vê dê tundrewî û wêraniyê bêtir bikin, û wê dewletên ko sûrin ku li ser evê rêbazê biçin qels bikin, û dihêle bêtir saman û destkeftiyên xwe winda bikin.”
Jêder: Hevbendî