Îro yekşemê 4ê Cotmehê li Kobanê sala nû ya xwendinê dest pê kir bi nerazibûna piraniya xelkên bajêr.
Şahîn Mislim mamostakî dibistanekê ye, ji mere diyar kir ku xelk nerazîbûna xwe li ser programê nû yê Perwerdeyê ku Partiya Yekîtiya Demuqrat amade kiriye tînin ziman.
Her wiha Mislim got ku ” PYDê di bin navê xwendina zimanê Kurdî de armancên xwe yên siyasî pêk tîne, û armanca wê ne fêrkirina bi zimanê kurdî ye, lewra xelk zarokên xwe naşînin dibistanên PYDê”.
Ji hêleke din ve Mislim tekez kir ku berî koçberiyê 60 hezar şagirt di dibistanên Kobanê de hebûn lê niha tenê 5 hezar şagirt diçin dibisananê, û kesên ku şagirtan perwerde dikin hevalên PYD ne û ne kesin pispor in.
Di berdewamiya axavtina xwe de Mislim nîşan da ku xelk di metirsiyê de ne ku PYD zarokên wan tevlî girûpên xwe yên çekdar bikin.
Jêder: Hevbendî