Şanda Encûmena Niştimanî Kurdî îro çarşembê û doh sêşembê 17 û 18ê tebaxa nuha, serdana çend qunsiliyên dewletên biyanî li Herêma Kurdistanê “Qunsiliya Emerekî, Ferensî, Tirkî û Qunsiliya Holandî” kir.
Di evan hevdîtinan de gengeşeya rewşa Sûriyê ya giştî û rewşa herêmên Kurdî bi taybetî, û diyar bû ku guhdaneke wan a baş bi rewşa dawî û kirdeyên çekdarên Partiya Yekîtiya Dîmuqratî PYD heye, û pirsên nûnerên wan dewletan hebûn li ser revandina serokê Encûmena Niştimanî Kurdî û derxistina wî bi kotekî bibal herêma Kurdistanê ve, û her wiha li ser girtina Serkirdeyên Encûmena Niştimanî Kurdî û Kadirên wê û şêweyê girtina Nivîsgehan û derxistina siyasetmedaran, û dilgiraniya xwe ji van kiryaran nîşan dan û red kirin.
Û wan aliyan piştgiriya xwe ji helwestên Encûmena Kurdî yên siyasî re dan xuyakirin. Û di wê serdanê de Qunsilê Holandî şanda Encûmenê vexwendî wezareta derve ya Holandî kir ji bo hewestan bêtir diyar bikin.
Şande bi serokatiya birêz Ibrahîm Biro Serokê Encûmena Niştimanî Kurdî bû, li gel serkirdeyên Encumenê:
Birêz Mistefa Sîno endamê Nivîşgeha Peywendiyan
Birêz Newaf Reşîd serokê niha yê Nûnerîtiya Encûmenê li Herêmê
Birêz Xalid Elî û Behcet Beşîr Endamên Komîta Peywendiyan di Nûnerîtiyê de
Û biryar heye ko Şanda Encûmenê hevdîtinan digel qunsiliyên din jî berdewam bike.
Jêder: Hevbendî