Doh Yekşembê 28.08.2016an, Şandek ji Encûmena Niştimanî Kurdî ya Sûriyê bi serokatiya birêz Birahîn Biro serokê Encûmenê, û endametiya Kamîran Haco Serokê nivîsgeha Peywendiyan û Mistefa Sîno û Silêman Oso endamên nivîsgeha peywendiyan, bi Firakisyonên Parlamenta Kurdistanê ya Partiya Dîmuqrata Kurdistanê û ya Tirkumenan û ya Kildoaşûrî li avahiya Perlemanê Kurdistana Îraqê li Hewlêrê civiya.
Şanda Encûmena Niştimanî Kurdî spasiya Perlemanê Kurdistanê kir li ser piştgiriya wan ji Encûmenê re û di pey re Şandê dîtina siyasî ya Encûmena Niştimanî Kurdî li ser rewşa Sûriyê û derdê miletê hundir bi firehî şirove kir. hem li ser astengiyên Partiya Yekîtiya Dîmuqrat PYD ji Partiyên Encûmenê û hogirên wan re û siyaseta wê ya tekrewî axivî, û çawa ev siyaseta ko PYD dike metirsiyê li ser derfeta dîrokî ko ji miletê me re hatiye di vê qonaxa hestiyar de ko Sûriyê tê re dibuhûre çêdike.
Ji aliyê xwe ve Firakisyonên ko bi Şanda Encûmena Niştimanî Kurdî re civiyan, xweşhaliya xwe bi dîtina Encûmenê dan, û piştgiriya xwe jê re di berevaniya di ber kêşeya Kurdî li Sûriyê de tekez kirin. Û behsa metirsiyên siyaseta PKK û şaxên wê li hemû parçeyên Kurdistanê kirin,û diyar kirin ku ew li Kurdistana Îraqê bi pirojeyê netewî ve diçin, yê ko serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî serkêşiya wî dike.
Jêder: Hevbendî