Şandek ji nivîsîngeha têkiliyên derve ya ENKS’ê li roja çarşemê 28.03.2018’an, bi awayekî cuda ligel heryek ji berêz Alastair Burt wezîrê rojhilata navîn yê wezareta derve ya Birêtanî û herwiha ligel berêz Martin Longden serokê beşê rojhilata navîn û çend nûnerên beşên din yên wezareta derve civiya.
Baredoxên niha û bi taybetî rewşa Afrînê û rewşa siyasî û pirosêsa danustandinan û çareseriya siyasî bi awayekî giştî di herdu hevdîtinan de hatin gengeşekirin.
Û herdu aliyan tekezî li ser giringiya vegera koçberên Afrînê bi awayekî aram bo gund û bajarên xwe kirin, û tevlî pirsa dabînkirina pêdawîstiyên vegera wan û bi taybetî giringiya pêşkêşkirina alîkariyên mirovî û yên xorakî bo xelkê Afrînê.
Û di hevdîtinan de û ji aliyê herdu aliyan tekezî hat kirin li ser giringiya ku navçe ji aliyê xelkê Afrînê bitenê bête birêvebirin bê hîç destêwerdan, û pêdivî ye civaka navdewletî bi rola xwe rabe ji bo vê yekê û bi taybetî pêşkêşkirina alîkariyan ji bo avedankirina naçeyê û avakirina jêrxana bingehîn û peydakirina pêdawîstiyên serekî yên jiyanê.
Herdu alî rêkeftin li ser giringiya berdewamiya danustandinên Cenêvê û xistina fişaran li ser Rijêmê ji bo tevlî piroseya danustandinê bi awayekî rastî bibe, û herwiha ji bo dabînkirina çareseriyeke siyasî û dabînkirina mafên rûmet û azadiyê bo gelê Sûriyê, û herwiha herdu aliyan tekezî kir ku divê Sûriya paşerojê li ser binyatê dewleteke demokrat û firealî û federal bête avakirin, û herwiha bi misogerkirina yeksaniyê li nav sercem pêkhateyên komelgeha Sûriyê rabe.
Hêjayê gotinê ye ku şanda ENKS’ê ji berêz Kamîran Haco serokê nivîsîngeha têkiliyên derve û berêz Ibrahîm Biro endamê nivîsîngeha têkiliyên derve pêkhatibû.
Jêder: Beşê Kurdî ji Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî