Ji Cinêvê paytexta Siwîsra şandeyek ji Karsiparteya Karê Derve ya UN beşê parastina penaberan giha Herêma Kurdistanê bi mebesta dîtina rewşa penaberan. Û di civata ku bi Rêxistina Qendîl ya (UN)ê li Hewlêrê û tevî çend rêxistinên mirovayî hat girêdan. Babeta sereke ya guftûgoyên wan li ser rewşa penaberan li herêmê û rengê alîkariyê bi wan re di hindirê herêmê de bû. Lê li gorî gotinên nûnerên rêxistinên mirovayetî tekez kirin kû hatina wan û ne hatina wan weke heve.
Emîna nûnera rêxistina (Nerîn)e li hewlêrê ji malpera me re tekez kir ku penaberên sûrî di nerîna vê şanda hatî de dikeve asta çaran ji aliyê alîkariyê ve , û bêhtir dixwazin guhdanê bidin kesên ji Şengalê revyane û kesên ji parêzgehên Îraqê hatine herêmê , û weha axivî : hêviyên min şikestin dema serokê şandê got : fişarek zêde li ser me heye ji penaberên ne Sûrî yên hatine herêmê , û penaberên Sûrî wê di pirograma me ya sala tê de bin.
Jêder: (Hevbendî – Hewlêr – Hîwa can)