Sê girtî di girtîgeha Siwêda ya navendî de hatin kuştin, ku yê dawiyê binavê “Mihemed Qasim Reslan” bû, jidayîkbûyê Hemayê bû, piştî ku duhî li danê sibê bi du guleyan hatibû gulebarankirin, û herwiha 27 girtî birîndar ketin di dema hêzên Esed û milisên xwecihî li êvariya duhî êrîşî girtîgehê kirîn.
Di daxuyaniyekê de, Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, got ku “rêjîma Esed bi serkêşiya hilmeteka serkutkirinê ya hovane radibe li hember daxwazên yasayî û dadperwer yên girtiyan, yên carek din heza xwe bo dad û azadiyê dupat dikin, herwiha ku ew ji bona heqiyê û mafên xwe radiwestin”.
Hevbendiya Niştimanî li ser encamê vê hilmetê hişyarî da, nemaze piştî şehîdbûn û birîndarbûna hin girtiyan, ji ber bikaranîna rêjîmê ji bombeyên gazê û guleyan re li dijî nerazîbûnên wan yên aştiyane.
Hevbendiya Niştimanî daxwaz ji Encûmena Ewlekariya Navdewletî kir, ji bo bikaranîna fişarên pêwîst bo rawestandina bilez ya hilmetan, û herwiha şanderê navdewletî bi awayekî bilez rê bike da ligor biryara 2254 tevbigire, û herwiha kar bike ji bona şandina komîteya dûvçûna rastiyan derbarê vê yekê, û amadekarî bêne rojevê ji bona serbestberdana girtiyan û parastina wan bête misogerkirin.
Û duhî “wezareta navxweyî” ya ser bi rêjîma Esed ve, komîteyek şand bo girtîgehê û têde gef li girtiyan xwarin, ji bo mobayilên xwe di heyamê 24 demjimêran de radest bikin, tevî ku tora enternêtê û tora pêwendiyên telefonên têldar ji du rojan ve ji ser wan hatiye birîn, û girtî ji bêparkirina wan ji bikaranîna pêwendiyên telefonê ditirsin, û herwiha ji dubarekirina êrîşan li ser wan di dema ew mobayilan radest nekin.
Hevbendiyê di daxuyaniya xwe de bal kişand ku bisedan girtî û bêserûşûn yên di vê girtîgehê de, tevî bideh-hezaran yên wek wan di girtîgehên rêjîmê de, bi kêmayî ji pênc salan ve rojane rastî van gefan dibin, li jêr baredoxên tirsinak ku pêwîstiya wê bi helwestek navdewletî ya mirovahî û berpirsyaretiya yasayî heye li hember êş û derdên girtiyan yên ku heta niha dawiyek jêre nehatiye dîtin.
Jêder: Hevbendî