Çalakvanan gotin ko Şoreşgeran çend Karwanên Alîkariyan yên xwarinê derbasî taxên Rojhilat ên Helebê di rêka Ramûsê re ya ko Rêjîmê û milîtanên ligel wê ji nîveka meha Tîrmeha buhirî ew dorpêç kiribûn.
Piştî şerên tund ko Şoreşgeran serpereştiya wan di Cenga “Dastana Helebê ya mezin” kir, û ji kêfa rakirina dorpêçê re Xelkên bajêr derketin xwepêşandanan
Taxa Elşe’ar û taxin din li bajarê Helebê derketin xwepêşindanan, kesên beşdar silogan û alên Şoreşê gotin û hildan. Xwepêşinderan bombebarana bêserûber ya hêzên Esed li ser taxên wan pirotesto kirin.
Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê, Enes Elebde, tekez kir ko tiştê ko Şoreşgeran misoger kir ew ji Rêjîma Esed û Îran û Rûsya re nameyeke diyar e ko ew nikarin cengê leşkerî bidest xwe bixin û mercên xwe li ser miletê Sûrî feriz bikin, çimkî viyana milet karîna xwe da xuyakirin û zordariya wan têk bir.
Elebde balkêşand ser ko Rûsya dixwest Heleba rizgarkirî ji niştecihan bi kotekî vala bike, çimkî ewê damûdezgehên pêdivî ji bo jiyana rojane amanc dikirin, û pesnê Rêbuhêrkên Hêmin dida da zorê li Hevwelatiyan bike, û wan derxe û ev ji hêla rêkxistinên navdewletî ve bi tekûzî hatiye belegekirin.
Rêjîma Esed ji 17 tîrmeha buhurî de, dorpêç li ser nêzîk çaryekek-milyon sivîlî ko li taxên Helebê yên Rojhilat dijîn çêkiribû, piştî ko Rêka Kastîlo ya istiratîcî li bakurê rojavayê bajêr kontrol kiribû, û ew deriyê bi tenê ji bajêr û gundewarê wî re ye.
Hevbendî: Hevbendî+Ajans