Duh êvarî komelkujiyek ji aliyê firokên Rûsiya ve û bi bombeyên valahî hat encamdan li ser bazareke gelêrî li taxa Elferdews li bajarê Helebê, ku bû egera şehîdbûna 5 kesan û birîndarbûna bêhtir ji 20 kesan.
Herwiha duhî di komelkujiyeke din de li ser gundê Qesir Elbirêc li nêzîk bajarê Tadif li rojhilatê Helebê, firokên Rûsiya 7 sivîl ji yek xêzanê kuştin bi bombebarankirina xaniyê wan bi bombeyeke valahî.
Li aliyek din firokên şer yên Rûsiya taxên nişteciyan li bajarokê Filiyon li başûrê Ȋdlibê bombebaran kirin û komelkujiyeke diltezên pêk anîn ku xêzanek ji 12 kesan bûne qurbanî: 9 zarok û 3 jin, û ligor dîkomîntkirina çalakvanan navên van qurbaniyan ev in:
1-Ebîr Ebdulerzaq zarok “keç”
2-Ehmed Mihemed Saîd zarok “kur”
3-Ebulqadir Mihemed Saîd zarok “kur”
4-Tesnîm Mihemed said zarok “keç”
5-Ehmed Ebdulah Saîd zarok “kur”
6-Hîba Ebdulah Saîd zarok “keç”
7-Ebdulrezaq Ebdulah Saîd zarok“kur”
8- Aliya Ebdulah Saîd zarok “kur”
9-Mihemed Mehmûd Saîd zarok “kur”
10- Dîfaf Husên Şêx Hesen hevjîna Mehmûd said
11- Sîham Ibrahîm Saîd hevjîna Ebdulrezaq Saîd
12-Henîfa Mexlûta hevjîna Mihemed Saîd.
Hêjayê gotinê ye ku Hevbendiya Niştimanî dupat kiribû ku neragihandina piroteseteke xuya û aşkera ji aliyê Civaka Navdewletî li ser destdirêjîya Rûsiya û çavgirtin ji rûbirûbûna komelkujiyên wê di derheqê gelê Sûriya de, bi xwe piştgiriyek aşkera ye û beşdarî ye di astengkirina çareseriya siyasî û beravîtîkirina piroseya danustandinan de berî dest pê bikin.
Hevbendiyê tekez kiribû ku tawanên rêjîmê û hevalbendên wê, dibin binpêkirineke xuya ji biryara 2254 an re ya tekeziyê li ser rawestandina bilez ji her êrîşên li dijî sivîlan dike, û tekez kiribû ku bêdengiya civaka navdewletî li ser tawanên rêjîmê û hevalbendên wê li dijî sivîlan û erzankirina xwîna sivîlan ta vê radeyê bi xwe kirêtî û bêşermiyeke mirovî ya mezin e.
Jêder: Hevbendî – Şehba pirês