Alayên Şoreşger îro Sibehê operasiyoneke leşkerî li Herêma Çiyayê Tirkuman li Gundewarê Laziqiyê ragihandin, ku dixwazin çend cihên ko hefteya çûyî di şerê bi hêzên Esed re ji dest dane vegerînin.
Çalakvanan gotin piştgiriya leşkerî ji Gundewarê Idlib û Hemayê giha Gundewarê Çiyayê Trikuman bi amanca ku cihên leşkerî yên ko berê ji dest dabûn vegerînin. Hem jî ji bo nehêlin ko Hêzên Esed û Milîtanên mezhebperest yên bi ser wî ve û bi piştgiriya firokên Rûsî bipêş ve bên.
Çalakvanan bêtir gotin: Operasiyona leşkerî ya ko navê “Ress Elsifûf” lê kirine bi topbarana giran û Hawinan dest pê kir, li ser ew cihên ko hêzên Rêjîmê têde ne, û dikarîbûn Dibistan û girên Etêra û Burc Beyt Ebleq û girê Elzeytûn li Çiyayê Tirkuman kontrol bikin. Şerên tund hêj li dorûbera Gundê Elxedra heye ji bo kontrolkirina wî.
Her wiha Şoreşgeran El-lqemiyê û Elzîra’a li nêzîk Firokxana Minig ya leşkerî li Gundewarê Helebê yê Bakur piştî şerekî tund bi Milîtanê Artêşa Şoreşger û Hêzên PYD re kontrol kirin. Her wiha şerekî tund li aniya bajarokê Hurbinefsa li Gundewarê Hemayê heta evê sibehê jî berdewam bû, di bin êrîşên firokên Rûsî de û topbarana bi mûşekan ji aliyê Hêzên Esed ve yên ko malên Sivîlan û deverên şer aramanc dikirin.
Acansa Hemayê ya nûçeyan anî ziman ko Şoreşgeran Febrîka “Elbeşakîr” li derdorê bajêr rizgar kirine. Her wiha Tangek û turumbêlek ko topa 23 li ser e, li ser Rêbenda Elxirbal têk birin. Hem jî ziyanên mezin navbera kuştî û birîndaran gihandin hêzên Esed, û her wiha çend endamên Hêzên Esed li derdora Gundê Hur Binefsa hêsîr kirin, û cihên Hêzên Esed li Gundê Cidrîn yê alîgirê Esesd bi Hawinan amanc kirin.
Jêder: Hevbendî