Dezgehin ragihandinê yên xwecihî li ser zarê hin çalakvanan veguhestin ku du xortên ji heman malbatê di bin işkenceyê de di zindanên rêjîmê de şehîd ketine, û amaje kirin ku wan ev tişt nas kirin, dema bavê herdû qurbaniyan hat vexwendin bo navenda nifûsê û li wir jêre ev agahî hatine gotin.
Û ajansa Smart da xuyakirin ku hin jêderên nêzîkî malbatê ji wan re gotiye ku rêvebiriya nifûsê ya bajarê Humsê, belgenameya mirinê daye bavê herdû xortan, Qasim û Zekeriya Tlas, dema bavê Qasim çû rêvebiriya nifûsê ji bo hin kaxezên begeyan derxîne.
Û herdû xort sala 2011 hatibûn girtin dema efser Mihemed Tlas ji hêzên rêjîmê cuda bû, û bal kişand ser ku dawîtirîn car Qasim hatibû dîtin, li şaxê 215 yê ser bi Ewlekariya Leşkerî li devera Kefersûsê li Şamê bû, li gor dîdevaniya hin girtiyên ku di heman salê de hatibûn berdan.
Û di vê heyva dawî de girtiyin din di zindanên rêjîmê de di bin işkenceyê de şehîd ketine, heyşt kesên ji parêzgeha Swêda di nav wan de hebûn, piştî ku rêjêmê di riya navendên nifûsê re mirovên wan bi mirina kurên wan agahdar kirin.
Û rêjêm di vê dema dawî de hîlebaziya di dosyayên girtiyan de dike, û nemaze yên di bin işkenceyê de mirinê, di riya şandina lîsteyan bi navên kesên jiyana xwe jidest dane bo nevendên nifûsê, bi armanca guhertin û veşartina sedemên rastî yên mirina wan.
Û Toreya Sûrî ya Mafên Mirovan di raporeke xwe de ya di 26 hezîrana 2018an de derketiye de, kuştina 13 hezar kesî di bin işkenceyê de li Sûriyê, piraniya wan li ser edstê heêzên rêjîma esed in diyar kiriye.
Û toreya Sûrî tekez kir ku nêzî 61652 hevwelatiyê Sûrî hîn bi kotekî wendayî ne li rex rêjîmê tenê, ji azara 2011 de piştî şoreşa Sûrî, ta hezîrana 2018.
Û mafnas û çalakvanin sivîl berpirsyariya bilindbûna hejmara şehîdên di bin işkenceyê de li sûriyê xist hustê civaka navdewletî de, ji ber sistbûna wê di sepandina fişaran li ser rêjîmê, ji bo diyarkirina çarenûsa bi sedên hezaran ji girtiyan û wendayên kotekî di zindanên wê de, û sizakirina wê li ser tawanên derheqê bi hezarên mirovan.
Û ji hêla xwe de, Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberira Sûrî, dît ku operasyonên kuştinê di girtîgehên rêjîmê de “ Çênabe bê sizadan derbas bibib”. Û got ku ew “ Tawanên cengê ne û dîrok nikare wan ji bîr bike”, û daxwaza aktîvkirina mîkanîzma navdewletî ya bêleyen kir ji bo sizakirna tewankarên şer li Sûryê.
Jêder : Ofîsa Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî