Encûmena xwecihî ya bajarê Ezazê li gundewarê Helebê ragehandiye ko wê Birêveberiya ‘’Elmesalih Eleqariye ‘’ li bajêr vekiriye, bi amanca çesipandina xwedîtiya eqaran û dawîanîna li hewildanên prosesên sextekariyê.
Encûmenê di daxuyaniya xwe de duhî çarşembê got ku wê Birêveberî hemû kaxezên xaniyan yên bajarê Ezazê û deverên bi ser ve pêşwazî bike, û daxwaz ji sivîlên dixwazin kaxezên xwe çêkin kir, berê xwe bidin Birêveberiyê an dadgeha taybetmend li gora rêşûnên yasayî.
Birêveberê ‘’Elmesalih Eleqariye ‘’ li Ezazê Mihemed Tilcibînî ji toreya Beledî News re diyar kir ko ‘’ armanc ji vekirina Birêveberiyê ew e, çesipandina prosesên kirîn û firotinê yên ku li herêmê dibin. ‘’
Bêtir got ko cîbicîkirina kaxezên xaniyan pirosesa sextekriyê ya ko çêdibû bidawî kir, û destnîşan kir ko hemû belgeh li bal encûmenê hatine kopîkirin û belgehkirin, û dibîne ko ev dê bibe cihê dilaramiya veberhêneran û tevgera bazirganiyê jî çalak bike, çimkî milkên xelkê ewle dibin.
Karta pirojeyên eqar û xaniyan li gundewarê Helebê yê bakur geş bûye, piştî ko vekirina pirojeyên avakirina xaniyan li herêmê hatiye ragehandin, û bazirganên xaniyan hatine û li wir çalak bûne.
Rojnameyê got ku pirosêsa kirîn û firotina bi qistên sivik belav bûye, li gor girêbestên navbera veberhêneran û xelkên herêmê an jî yên derbider ko ji parêzgehên din li wir bicih bûne.
Jêder: Ofêsa Ragehandinê ya Hevbendiya Niştimanî