Îroj şemiyê 17-1-2015 ji despêka sibê de şer û pevçûn li bajarê Hesekê di navbera hêzên Mexawîr yên bi ser rêjîmê ve û Yekîneyên Parastina Gel YPG yên bi ser Partiya yekîtiya dimmuqrat PYD ve rû dan.
peyamnêrê me li bajarê hesekê diyar kir ku ev şer çêbû piştî ku rêjîmê ji hêzên YPG xwest ku herdû navendên di bin kontrola wan de, mala Muftî ya li nêzî dêra Aşûriyan , û avahiya nexweşxaneya li hola Merşo vala bikina .
rêjîmê baregehên YPG topbaran kirin û bi taybetî yên li taxên kurdan , û navenda asayişan li taxa Til Hecer ya ku li dibistana Ednan Malikî bi cih bûye .
YPG ji hêla xwe ve êrîş bir ser rêbenda hêzên rêjîmê ya naskirî bi navê Sebax, û navenda polîsên bakur û dest danî ser wan.
tê zanîn ku ta vê gavê tu zanyariyên rast derbarê hejmara kuştî û birîndaran diyar nebûne .