Fermandeyê artêşa Azad Faris Elbiyoş fermandeyê Lîwayê Firsan Elheq got ku hemû oparisyonên leşkerî yên dagîkera Rûsiya yên ji bona rêxweşkirina pêşketina hêzên Esed li ser zemînê hemû têk şikestin yekser piştî sê heftîyan ji destpêkirina destdirêjiya Rûsan li ser Sûriyê.
Elbiyoş di daxuyaniyeke taybet de got: “ku oparisyona leşkerî ya rêjîma Esed û çeteyên wê bi rêxweşkirina firokên Rûsiya li pêşiyê gundewarên bakurê Helebê û gundewarên başûrê Îdlibê armanc kirin, lê rastî karvedanek bihêz hatin ji aliyê artêşa Azad ku di yekem roj de ziyanên rêjîmê bêhtir ji 20 tankan bûn”.
Elbiyoş diyar kir ku paşî hêzên Esed berê xwe guhertin ber bi gundewarê başûrê Helebê bi hewla pêş bikevin, lê nikarîbûn bitenê karî bi rêka xizmekara xwe DAÎŞê, ya ku bêbextî li şoreşgeran kir û hin xalên ne îstatîjîk radestî hêzên rêjîmê kirin.
Elbiyoş cext li ser wê yekê kir ku Rûsiya bi destdirêjiya xwe çendîn navendên çavdêriya saxlemî û komelgeh armanc kirin û rêxistina DAÎŞ arman nekir, û ji encamên wan armanckirinan û ligor amarên Nivîsîngeha Ragihandina Hevbendiyê 1229 kes bûne qurbanî, hevdem ligel peydabûna pêleka koçberiyê ji gundewarê başûrê Helebê ku hejmara wan ji 85 hezar kesan derbas bû.
Jêder:Hevbendî