Rêxistina Saxlemiya Cîhanê dazanîn ku Sûriya cihê herî metirsîdar e di cîhanê de li ser jiyana karmendên di warê saxlemiyê de kar dikin, ji ber şerê Esed ji pênc salan ve dike li dijî gelê Sûriyê.
Rêxistinê di daxuyaniya xwe de got ku “êrîşên di sûriyê de dibin ne tenê li ser pispor û navendên saxlemiyê dibin, û ji wan metirsiyên ku gefê li jiyana karmend û nexweş û navendên saxkemiyê dikin, ne hiştina gihiştina derman û kelupelên çareseriyê bo xelkê dorpêçkirî, û birîn û qitkirina av û eletrîkê li ser wan, û di encamê de astengî li pêş karên navendên saxlemiyê derdikevin”.
Rêxistinê got ku “salane bi hezaran xelk di Sûriyê de dimirin, belku yekser ne ji ber karên tundutîjiyê be, belê herwiha bi sedema rewşa xirab ya têde dijîn, ku bûye metirsîdartirîn cih di pêşkêşkirina xizmetgozariyên saxlemiyê de”.
û rêveberê saxlemiya cîhanê ya herêma rojhilat navîn A’laeldîn El’elwan got ku “hin biryar û rêkeftinên xuya hene tekest dikin ku nabe êrîş li ser karmend û navendên saxlemiyê bêne kirin, lê hin alî bi van biryar û rêkeftinan pabend nabin “.
El’elwan her weha jî got ku ” tevî bangewaziyên berdewam yên ji NY û ji rêxistina Xaça Sor a navdewletî, ji bona rêzgirtin û parastina karmendên saxlemiyê bête kirin, lê êrîş berdewam li ser wan tên kirin, da ku welatiyan ji mafên wan yê sereke di saxlemiyê de bêpar bikin, û herwiha bi tundî pirosêsên mirovî rawestîne, û sîstemên saxlemiyê û armancên geşepêdana saxlemiyê li ser mewdayê dirêj tên lawazkirin, û divê em vê rewşê wek ketwarekî sepandî qebûl nekin”.
Ji aliyê xwe ve, serokê hikûmeta demkî yê nû Cewad Ebû Heteb hişyarî da li ser têkçûna xizmetgozariyên saxlemiyê di navçeyên rizgarkirî de, bi sedema êrîşên firokên Esed û rûsiya li ser nexweşxaneyan, û kêmbûna pizîşk û amûrên pizîşkî.
Ebû Heteb got ku “bêhtir ji 70% ji nexweşxaneyên pêşkêşkirina çavdêriya saxlemiyê di navçeyên rizgarkirî de hatine armanckirin”, û dazanîn ku bumbebarankirina ” cihên vehewandina gelêrî” ew ji bo “neçarkirina xelkê li ser koçbarkirinê ye “.
Ebû Heteb yê ku niha serwerê kolîja pizîşkî ye di zankoya ” Heleba azad” de got ku ” bombebaran ku li ser nexweşxane û xwendingehan tên kirin, armanc jê ye, neçarkirina hemwelatiyan ji bo koçbarkirinê ji mal û navçeyên xwe”, balkişand ku rêjeya kêmukurtiyê di kadiroyên pizîşkî de ” gelekî mezin e”.
Herwiha diyar kir ku navçeyên rizgarkirî ji encamê bombebarankirina firokên şer, rastî kêmukurtiyê bûne bi rêjeya 80% di hejmara pizîjkan de û bi rêjeya 91% di saxbêriya amûrên pizîşkî de, tevî nebûna saxbêriya alav û amûrên pizîşkî, ku rêjeya mirinê bi nexweşiyên ciyawaz bilindtire ji yên bi bombebarankirinê tên kuştin”.
Ebû Heteb bal kişand ku “pizîşk di wan navçeyan de niha yan di zîndanan de ne û yanjî di nexweşxaneyan de di bin gefa bombebarankirinê den e û yanjî koçber bûne”.
herwiha Ebû Heteb daxwaza ” fişarek navdewletî li ser rêjîma Esed û Rûsiya kir, ji bona rawstandina bombebarankirina nexweşxaneyan”, her weha “qebûlkirina civaka navdewletî li ser bombebarankirina nexweşxane û navendên saxlemiyê” şermezar kir, û “bihaneya derew” ya ku civaka navdewletî dibêje ku aliyê bumbebarankirinê dike, ew nikare destnîşan bike şermezar kir û got ku “di Sûriyê de hîç firok nînin ji bilî yên rêjîmê û hevalbenda wê Rûsiya”.
Jêder: Hevbendî + Anadol