Serok Mesûd Berzanî serokê Herêma kurdistanê îro li roja pêncşemê 8-06-2017 pêşwazî li serkirdeyatiya ENKSê kir ku pêk dihat ji berêzan: Îbrahîm Biro serokê encûmenê û Siûd Mela sikirtêrê Partiya Demokrata Kurditan- Sûriyê, û Mihemed Îsmaîl berpirsê kargerî yê nivîsîngeha siyasî ya partiya navborî.
Li destpêkê serokê herêmê keyfxweşiya xwe anî ziman li ser serbestberdana berêz Mihemed Îsmaîl, û piştgiriya xwe ji endam û serkirdeyên ENKSê yên di girtîgehên PYDê de re nîşan da, û ji aliyê xwe ve şanda encûmenê pîrozbahiyên xwe pêşkêşî serok Mesûd Berzanî kirin bi helkefta rêkeftina aliyên siyasî yên herêmê li ser destnîşankirina roja rêfrandomê û serxwebûna kurdistana Îraqê.
Paş re pêşedçûnên siyasî yên navçeyê û nemaze rewşa siyasî li Sûriyê hatin behskirin, û têde bal hat kişandin li ser rola ENKSê û pişkdariya wê di civîn û kongirên navdewletî de wek nûnerê gelê kurd û doza wî ya netewî, û giringiya vê yekê ji aliyê siyasî û cemawerî ve, û herwiha xweragiriya encûmenê li hember astengî û zehmetiyên vê qonaxê û nemaze li hember kiryarên PYDê û kar û biryarên wê yên zordarî li ser gelê kurd û tevgera kurdî, ku Serokê herêmê li hember vê yekê piştgiriya xwe nîşan da ligel xebat û xweragiriya gelê kurd û redkirina van kiryaran, û piştgirî da berdewamiya kar û xebatê heta derbaskirina vê qonaxê, nemaze ku DAIŞ li Mûsil û Reqê têk dişike, ku paşî wê qonaxek nû destpê bike û asoyên nû peyda bibin bo hêzên siyasî yên wê bi rolek giring rabin di paşeroja Sûriyê de, yên guncayî ligel arasteyên navdewletî û bidawîkirina terajîdiya xelkê Sûriyê.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandinê Ya Hevbendiyê