Doh pêncşembê bajarê Reqayê ket ber bombebaraneke asmanî ya tund de bi heybera fosfor ji aliyê hêzên hevpeymaniya navdewletî ve, di heman dema helmeta şerê milîtanên Sûriya Dîmuqratî ji bo kontrolkirina bajarê Reqayê.
Kampanya “Reqa Bêdeng Tê Serjêkirin” wêneyin tirsank doh bi şev belav kirin, û got: “Firokên hevpeymaniya navdewletî taxên bajarê Reqa bi fosfora spî” bombebaran kirin, bê ko qebareya ziyanan bîne ziman.
Fosfora spî ji çekên ko bandoreke wan ya bêserûber heye, û ji çekên qedexekirî ye li ser asta navdewletî, û çalakvanan diyar kir ko bombebaran bi taybetî li ser taxa “Elmeşleb”rojhilatê bajêr û taxa “Elcezre” li rojavayê wî bû.
Her weha bajar ket ber topbaraneke tund û bêserûber û piraniya taxên bajêr amanc kirin, digel bombebarana mûşekan ji bingeha “Elcelbiyê” ya leşkerî ya li bakurê Reqa re, ya ko çend pispor û şêwirmendên Emerîkî yên leşkerî lê hene.
Û bajar bê kehrebe û av e û sotemenî pir kêm e, û heyberên bingehîn û yên xwarinê û şînkayî jî pir kêm in, çavdêr texmîn dikin ko di pevçûnan de wê gelek sivîl bibine qurbanî , digel ko tevgereke mezin ya derbideriyê di nav sivîlan de ber bi herêmên bêtir aram ve heye.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî/Acans