Serokê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Xalid Xoce bi Tîma kar ya Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê sibeha îro li bajarê Xazî Entab yê Tirkiyê civiya, ew jî ji bo plana Yekîneya Hevrêziyê di Şepêla Sermê de ya ko bi ser Penaber û Koçberên Sûriyê de hat gengeşe kirin.
Herweha gengeşe li ser amadekariyên Tîma kar ya Yekîneyê eger ko seqayeke ne xweş hat dê çi bikin, û bicih anîna bangê di zûtirîn dem de da zehmetiyê ji ser Sûriyan kêm bikin, û metirsiyê li ser jiyana wan bidûr bixin.
Bi encama Şepêla Sermayê ya buhûrî li Parêzgehên corbicor 37 kesan jiyana xwe ji dest dan piraniya wan zarok bûn, ew li gora ko Nivîsgehên Mafnasiyê yên Yekîtiya Hevrêzên Şoreşa Sûriyê belav kiribûn.
Jêder: Hevbendî