Duhî li roja çarşemê, serokê hikûmeta Sûrî ya demkî Dr. Cewad ebû Heteb û bi hevalîniya şandekê, serdana wargehê nû yê zanîngeha Helebê ya azad û navenda pêşkêşkirina daxwaznameyên xwendinê di zanîngehan de li gundewarê bakur yê Helebê kir.
Ebû Heteb di serdana xwe de li zehmetiyên çaverêkirî yên sala xwendinê ya bê û mîkanizmên çareserkirina wan guhdarî kir, herwiha li serokê navendê û çavdêran hat guhdarkirin, dema li ser pêvajoya kar û hejmara daxwazên xwendinê yên hatine pêşkêşkirin ji bo zanîngehê axivî, li çawaniya nivîsandina formên giştî yên xwendevanên nû nerî.
Herwiha rêkeftinek ligel encûmena xwecihî ya bajarê Azazê û aliyên berpirs hatibû encamdan ji bo amadekirina navendê di mawê du heftiyan de ji destpêka sala nû ya xwendinê , û ev pêgava serokê hikûmetê tê di çarçova serdanên navendên hikûmetê û dezgehên xizmetgozariyê.
Herwiha Ebû Heteb li demekê pêştir li 17’ê tebaxê, ligel nûnerên bizavên sivîl û abûrî û leşkerî yên bajarê Azazê û gundewarê wî civiya bû, û tevî serdana encûmenên xwecihî li bajarokên “Kifrê” û “Ihtîmalat” û “Mar’ih“.
Hêjayê gotinê ye ku serokê hikûmetê û şanda ligel di serdana xwe ya heyva borî de, ji nêzîk serdana çendîn cihan li Azazê û gundewarê wê kirin, ji bo destnîşankirina wargehekî bo avakirina zanîngehekê li bakurê rojhilatê Helebê ji bo pêşkêşkirina alîkariyan bo xwendevanan û sivkirina zehmetiyan li pêşiya xwendevanan û xelkên navçeyê.
Jêder: Ofîsa Ragihandina Hevbendiya Niştimanî