Serokê Xwecihiya Kobanê ya bi ser Encumana Niştimanî ya Kurd ve, Ebdo Elûş ji malpera me re ragihand ku piranya xelkên Kobanê ta niha venegeryane ser mal û milkên xwe ji ber kiryarên çewt û zordariya Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, û yên ku vegeryane jî piraniya wan jin û zarok û yên temen mezin in, û ew jî carake din dixwazin Koçber bibin ji bo destdanîna PYD li ser pêdawîstiyên jiyana wan, û girêdana pêdiviyên jiyanê bi komînên xwe her wiha tunebûna Kar li herêmê
Elûş nîşan da ku piştî rêzgarkirina bajêr ji DAÎŞê welatiyan dixwestin vegerin, lê kiriyarên PYD ê di derheqê wande wekû leşkeriya neçar û komelkujiya kobanê û roxandina nîvê bajêr û diktatoriya PYD ê nehişt xelk vegerin.
Elûş tekez kir ku gelek rêxistinên xêrxwaziyê dixwestin werin Kobaniyê û alîkariyê pêşkêşî milet bikin, lê PYDê rê neda wan û hemû saziyên alîkariyê girêdayî PYD ne û li gor ejindeyên partitî kar dikin, û eger welatî li gor ejindeyên wan kar nekin wê pêdiviyên jiyanê li ser wan bên birîn.
Di dawiya axftina xwede Elûş daxwaz ji PYDê kir ku kiryarên xwe yên wek leşkeriya neçar, girtina çalakvanan û baca ku ji xelkê distînin rawestîne, û tekez kir ku divê rê bide rêxistinên sivîl yên serbixwe ku bê astengî xizmetê bikin.
Jêder: Beşê Kurdî Ji Nivîsgeha Ragihandina Hevbendiyê