(Hevbendi – Hîwa can – hewlêr ) Bi vexwendineke gîştî ji sentera ala û bi alîkariya Pirtûkxaneya Penaberan û Rêxistina Jinê ya (P.D.K.S) El Partî, di roja yekşemê 14\9\2014de li Hewlêrê şevbihêrkek helbestê li dark ket ,bi beşdariya helbestvana kurd Resmiye Hesen û helbestvan Menaf Mihemed û Helbestvan Ciwan.
Hersê Helbestvana berhemên xwe pêş penaberên sûrî yên li şevbihêrkê hazir bûbûn xwendin , û her helbestvanekî êş û tengasiyên biyaniyê û penaberiyê bi şêweyê xwe ji amadebûyan re li ber mûzîka sazvan û hunermend Şêrgo Berzencî xwend. Di dawiya şevbihêrkê de mamoste Riyad Ehmed bi helbestekê li ser welat beşdarî di şevbihêrkê de kir.