Serokê Encûmena Reqa yê nû “Seed Şiwêş” got ko Encûmen dê karê xwe biguhêze Reqayê piştî rizgarkirina wê bi destê artêşa azad, bêtir got “hemû xelkên Reqayê dê di birêvebirina wê de beşdar bibin ”.
Şiwêş hêvî kir ko hilbijartinên dahatî li hindirê Reqayê çêbibin piştî ko doh çarşembê wekû serokê Encûmena parêzgeha Reqayê li bargehê desthilata Sûriyê ya demkî li bajarê Xazî Entaba Tirkî û bi amadebûna serokê desthilatê Cewad Ebû Heteb û emîndarê giştî yê desthilatê û birêveberê Encûmenên xwecihî û gelek xelkên Reqayê, hate hilbijartin,
Her weha cîgirê serok û endamên nivîsgeha cîbicîkirinê ko hejmara wan 10 endamin hatin hilbijartin. Ebû Heteb diyar kir ko her bajarek li Sûriyê rewşeke wê ya taybet heye û tiştê ko parêzgeha Reqayê ji destê rêkxistinên tirorist wek Daiş û PYD dibîne, hemûyan dike ber berpirsiyariyên wan, hêvî kir ko rola Encûmenê di vê qonaxa aloz de kartêker be.
Emîndarê giştî yê desthilatê got “karûbarê li ser milê parêzgehê di dema nuha de pir mezin e û ew nûnerîtiya hemû xelkên Reqayê dike.” Bêtir got”Reqa ji xelkên wê yên Sûrî re ye û ne ji kesekî din re”.
Jêder: Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî