Şoreşgeran û Artêşa azad 18 bajarok û Rêbend û piştî şerekî giran bi hêzên Esed û çeteyên mezhebperest re di 48 demjimêrên buhirî de kontrolkirin.
Şoreşgeran bajarê Morik li Gundewarê Hema doh kontrol kirin, û bera çeteyên Esed ji wan dan û hin kuştin û hin hêsîr kirin û bi dehan turumbêlên leşkerî û alav û çekên giran û sivik bidest xistin.
Her wiha Şoreşgeran li Gundewarê Hemayê yê Bakur Gundê Cenabire û Gundê Atşan kontrol kirin û Rêbendên: Atşan, Um Haretên, Medacin Elhilal, Elîsawî ûTil Tewîl rizgar kirin. Du Tang li Um Haretên û cebelxaneyên corbicor bidest xistin û hem Bingeheke mûşekên Kornît û Sê Mûşekên Kornît li Gundewarê Hema bidest xistin.
Alayên Şoreger Til Sikîk û Rêbenda Şerbûk ya li Rojavayê Atşan li Gundewarê Idlib yê başûr rizgar kirin.
Her wiha Alayên Şoreşger dest danîn ser Girên Meqbera, Elsirû û Tîna li Gundewarê Helebê yê başûr, her wiha du bargehên Hêzên Esed li derdora bajarokê Eldiwêhî li Gundewarê Helebê piştî şerê bi Şebîha û Çeteyên mezhebperest re kontrol kirin.
Jêder: Hevbendî